Şehîdên Parîsê li Lubeckê hatin bibîranîn
Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê Komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin û şehîd hatin bîranîn.
Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê Komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin û şehîd hatin bîranîn.
Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin û ji bo Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li heman bajarî hatin qetilkirin, li bajarê Lubeck ê Elmanyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Bîranîn bi tevlêbûna Komeleya Çanda Kurd a Kîel û saziya Jiyana Jin hat lidarxistin. Merasîm ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê bi deqeyek rêzgirtinê, dest pê kir.
Di merasîmê de dewleta Tirk a ku komkujî pêk anîne, hat şermezarkirin, îşaret bi berpirsyariya Fransayê hat kirin û wiha hat gotin: “Kurd wê êdî mîna berê, vîna xwe radestî tu kesê nekin. Ev sedsal, wê bibe sedsala Kurdan. Xwîna şehîdên me, wê li erdê nemîne.”
Bîranîn bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Terorîst Tirkiye” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.