Li Marsîlyayê li dijî tecrîdê çalakî hat lidarxistin

Ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya ciwanan li Marsîlyayê çalakî hat lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li taxa St. Loûps a bajarê Marsîlya yê Fransayê, mîtîng li dar xist.

Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşêr (TêkoJIN) jî tev li mîtîngê bûn. Di danezana bi Fransî de ku li qada mîtîngê hat xwendin, hat destnîşankirin ku wê sala 2023’yan tecrîd bê şikandin û sala 2023’yan bibe sala azadiyê.

Ciwanan diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, belavê her derê bikin û bang li hemû ciwanên li Ewropayê kir ku dakevin qadan.