Li Parlamentoya Fransayê konferans hat lidarxistin

Gelek siyasetmedar, hiqûqzan, mafparêz ku tev li konferansê bûn, daxwaz ji Fransayê kir ji bo edalet û heqîqetê “sira dewletê“ rabike û hemû belge û agahiyên di destên xwe bi dosyeyê re parve bike.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) ji bo doza qetlîama Parîsê ya 10 sal berê ku Fransayê “sira dewletê“ daniye ser, bi mazûvaniya Parlamenterê lle-et-Vîlaîneê Frédérîc Mathîeû, li salona Vîctor Hûgo ya Parlamentoya Fransayê konferans li dar xist  Konferans 12’ê Çileyê hat lidarxistin. Gelek hiqûqzan, siyasetmedar û nûnerên saziyan wek çavdêr tev lê bûn. Gele parlamenterên çepgir, gotin ku ew piştevanên gelê Kurd in û xwest ku PKK ji “lîsta rêxistinên terorîst“ bê derxistin.

Ji bo bipêşveçûna dosyeyê û pêkanîna edaletê, ji bo qetlîamên nû çênebin, siyasetmedar, hiqûqzan, rewşenbîr û mafparêzan daxwaz ji Fransayê kir ku “sira dewletê“ ji ser dozê rabike û hemû belge û agahiyên di destên xwe de pêşkêşê dosyeyê bike.

MATHÎEÛ: ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI BER EDALETÊ ‘SIRA DEWLETÊ’ YE

Di destpêka konferansê de Parlamenterê lle-et-Vîlaîneê Frédérîc Mathîeû, Metîn Cansiz, û Hevkoordînatorê Neteweyî yê Partiya Çepgir Jean Chrîstophe Sellîn, axivîn. Mathîeû diyar kir ku heke ew têr li azadiyê bibûna xwedî wan ê niha li vir axavtin nekira. Mathîe behsa helwest û sira dewletê ku Fransayê daniye ser dozê kir û bi bîr xist ku “sira dewletê“ astengiya herî mezin e li ber edaletê û wiha got: “Sira dewletê, nîşaneya astengiyê ye ku li ber Kurdan hatiye danîn.“

SELLÎN: FRANSAYÊ ÇIMA MÛSA HAKKI NEDARIZAND? 

Chrîstophe Sellîn da xuyakirin ku ew bi salan e ew bi Kurdan re ne û anî ziman ku Kurd bedelê têkoşîna ji bo azadiyê didin û got: “Em bi malbat, CDK-F û Kurdan re cardin dibêjin ku bila edalet û heqîqet bên duristkirin, sira dewletê bê rakirin.“

Sellîn her wiha pirsî ku çima Fransayê heta bi niha Mûsa Hakki nedarizandiye û destnîşan kir ku rolê vî kesî di van qetlîaman de li ber çavan e. Selîn bi bîr xist ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêşî Mandelayê Kurdan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan û PKK wek muxatab bê naskirin.

Metîn Cansiz jî bi lêv kir ku Sakîne Cansiz a 9’ê Çileya 2013’an di Qetlîama Parîsê de hatiye qetilkirin xwişka wî ye û wiha got: “Em edaleteke rastîn dixwazin. Sed sal jî bibuhurin em ê li têkoşîna ji bo edaletê dewam bikin.“

TÊKOŞÎNA JI BO HEQÎQET Û EDALETÊ YA BI 10 SALAN

Piştre bi moderatoriya Alîkarê Serokê Baroya Parîsê Vîncent Nîore tûniştina yekemîn a konferansê dest pê kir.

Parêzerê Antonîe Comte anî ziman ku divê di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de nirxandina dosyeyê bê kirin, li Fransayê gelek kesên siyasî ji aliyê servîsên welatên cuda ve hatine qetilkirin û Fransa welatê kuştinên siyasî ye.

‘DEWLET ASTENGIYA HERÎ MEZIN E LI BER DOSYEYÊ‘

Malterre yê parêzerekê dozê ku piştî Comte axivî, bal kişand ser wê yekê divê Fransa heta bi niha ne ji bo parastina Kurdan lê ji bo darizandina wan ew şopandine û got: “Astengiya herî mezin a li ber dosyeyê ne dadger lê dewlet bixwe ye, Fransa ne Kurdan, le kujerên Kurdan, ajanên Tirk diparêze.“

MARCHAND: DIXWAZIN SIYASETMEDARÊN KURD JI HOLÊ RABIKIN

Rojnamevan Laûre Marchand ku li ser qetlîama Parîsê ya sala 2013’an belgefîlm çêkiriye û pirtûkek weşandiye, di beşê yekemîn ê rûniştina konferansê de herî dawî axavtinek kir û destnîşan kir ku li Ewropayê hewila rakirina ji holê ya gelek siyasetmedarên Kurd tê dayîn.“

ALIYÊ SIYASÎ YÊ DOZÊ

Beşê konferansê yê piştî nîvro bi sernavê “Aliyê Siyasî yê Dozê“ dest pê kir. Beşê piştî nîvro yê konferansê ji aliyê Alîkarê Serokê Koma Les Écologîstes Jerôme Gleîzes ve hat birêvebirin. Parlementera Tevgera Yên Serî Natewînin Danîelle Sîmonnet, Senatorê Partiya Komunîst Laûrence Cohen, Senatorê Partiya Sosyalîst Rémî Feraûd, Berdevkê NPA’yê Olîvîer Besancenot axivîn.

Besancenot derbirî ku Fransa bi awayê siyasî li Kurdan nabe xwedî û wan tim di bin zexta ekonomîk û siyasî de dihêle û bi bîr xist ku divê dev ji vî awayê xwe berde.

SÎMMONNET: BI ARMANCEKE JEO-STRATEJÎK PKK DI LÎSTA TERORÊ DE YE

Danîelle Sîmonet anî ziman ku PKK li dijî terorê şer dike, piştî êrîşa 11’ê Îlonê xistin nav lîsta terorê, ev bi armanceke jeo-stratejîk hat kirin û axavtina xwe bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî“ bi dawî kir.

Laurence Cohen anî ziman ku polîtîkayên tên meşandin nayên qebûlkirin û got: “Jinên Kurd ên ku gotin, ‘Wê tolhildana me bibe şoreşa jinê‘ ji jinên din ên li ber xwe didin re bûn hêvî û ronahî.“

Di rûniştinê de bal kişand bi ser têkiliya Tirkiye û Ewropayê ya di mijara koçberiyê de û wiha hat gotin: “Ewropa li ser vê mijarê di bin zexta Tirkiyeyê de ye.“

JAN: PKK TEVGERA BERXWEDANÊ YE

Di rûniştina duyemîn a konferansê de li ser pirsa “Civaka sivîl di avakirina heqîqet û edaletê de li Fransayê çi rol dikare bilîze” hate sekinandin.

Di rûniştina bi moderatoriya rojnamevan Heval Aslan de, gotina yekem ji aliyê Hevseroka Fransa Kurdistan Sylvîe Jan ve hat kirin. Jan, bal kişand ser zehmetiyên serdema yekem ku bi gelê Kurd re dest bi çalakiyên piştevaniyê kirin û got: “Niha hejmara me zêdetir bûye. Her çiqas ev têr neke jî em weke kesên li dora pirsgirêka Kurd piştevaniyê ava dikin zêde dibin. Em li pêşiya duh in. Li pêşiya me barekî giran heye û divê em vê têkoşînê mezin bikin.“

Sylvîe Jan da zanîn ku ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin divê xebatek hîn mezintir bê kirin û got: “Divê bê vegotin, fêmkirin û hîs kirin ku PKK ne terorîst e. Ji ber ku tevgereke berxwedanê ye."

‘JINÊN PÊŞENG DI HEDEFA PERGALÊ DE NE‘

Endama Navenda Jineolojiyê Sarah Marcha diyar kir ku têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leyla îro ew di konferansê de anîne ba hev û destnîşan kir ku divê hevrêtiya rast, tevneke hevpar a rast were çêkirin. Bi domdarî Marcha got: “Azadiya jinên Kurd prensîba bingehîn a PKK’ê ye. Tevgereke ku azadiya Kurdistanê weke azadiya jinê dibîne. Di vê wateyê de divê baş were dîtin ku jinên vê tevgerê bi kîjan îdeolojiyê û bi kîjan projeyê dimeşin. Dema mirov li vê yekê binêre wê were fêmkirin ku çima jinên PKK'yî dibin hedef. Ji ber ku Sakîne, Fîdan û Leyla jinên şoreşger bûn. Ew li pêş bû. Xwestin sîstemê biguherînin. Ji bo vê jî jin di hedefa pergalê de ne."

‘EM HEMÛ SAKÎNE, LEYLA Û FÎDAN IN‘

Seroka SOS Racîsme Dominique Sopa diyar kir ku piştî Qetlîama 23'ê Kanûnê hîsê yekemîn şermeke mezin e. Sopo da zanîn ku ew ê di nava vê têkoşînê de bin û got: “Sakîne, Leyla, Fîdan ne tenê hûn in. Di heman demê de em in. Em ji heman malbatê ne. Eger em karibin vê hişmendî û hestê bidin civakê wê demê em ê hîn zêdetir bibin.”

‘ŞERMA MEZIN‘

Herî dawî Cîgira Seroka Yekîtiya Mafên Mirovan Marie-Christine Vergiat axivî û bi gotin, “Em bi hêrsin“ dest bi axaftina xwe kir. Vergiat wiha got: “Em hevî dikin ku zext li Tirkiyeyê bê kirin. Em têkoşîna jinên Kurd dibînin. Têkoşîna jinê pir girîng e, divê were fêmkirin. Ez di 10‘ê Çileya 2013‘an de li rue Lafayette bûm. Ez roja 23‘ê Kanûnê jî li rue D'enghien bûm. Rûyê Rojbîna ku min di herduyan de jî nas dikir, li ber çavên min dibiriqî. Niha ez weke kesekî ku di saziya mafên mirovan de kar dikim, şerm dikim ku bibêjim edalet pêk nehatiye.“

Axaftina girtinê ya konferansê ji aliyê Parlementer Frédéric Mathieu û Berîvan Firat ve hat kirin. Di dawiya konferansê de weke daxwazeke hevpar, daxwaza demildest dev ji hincetên veşartî yên dewletê berdin, divê ewlekariya Kurdên li Fransayê bê kirin û PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin, hat kirin.