Dozger bi israr xwest ku Brant bê cezakirin

Parlamenterê Elman ê berê Michel Brandt ê ku ji ber sembolên siyasî yên Kurdan parve kir, doz lê hat vekirin. Ji rûniştina dozê tu biryar derneket, lê dozger bi israr xwest ku Brandt bê cezakirin.

Michel Brandt ku salên 2017-2021’ê endamê Meclîsa Federal bû, ji ber wêneyekê li ser medyaya dîjîtal parve kir, bi hinceta semboleke ji sembolên qedexekirî ya girêdayê PKK’ê di wêneyê parvekirî de heye, du sal in ku tê darizandin.

Daxwaza rabûna li ber cezayê ku par Brandt pê hat cezakirin, îro li Dadgeha Eyaletê ya li Karlsrûheyê hat dîtin. Beriya rûniştinê bi organîzekirina Partiya Çepgir li ber avahiya dadgehê xwepêşandan ji bo piştevaniya Brandt hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de ku ji bo piştevaniya bi Brandt re hat lidarxistin, pankart û dowîzên li ser “Piştevaniya bi Kurdistanê re, nabe ku bê krîmînalîzekirin“ nivîsandî hatin vekirin. Parlamenterê Partiya Çepgir Gokay Akbûlût û hevberdevka Partiya Çepgir a Eyaleta Baden-Wurttembergê Sahra Mirow axivîn. Daxwaz hat kirin ku dev ji qedexekirin û siyaseta krîmînalîzekirinê bê berdan.

Brand jî bi kurtî axavtinek kir û spasiya her kesî kir ku pê re bûne piştevan.

Di dozê de ku piştî ku xwepêşandanê hat dîtin, serokê dadgehê tevî ku diyar kir ew alên PKK û KCK’ê nas nake, dozger di cezakirina Brandt de israr kir. Dadger, rûniştin taloq kir.