Li Lyonê dewleta Tirk bi çalakiya afîşan hat teşhîrkirin
Enternasyonalîstên Fransî û aktîvîstên femînîst, ji bo bibîranîna Şehîdên Parîsê û teşhîrkirina dewleta Tirk, afîş bi Qada Hevrîn Xelef ve kirin.
Enternasyonalîstên Fransî û aktîvîstên femînîst, ji bo bibîranîna Şehîdên Parîsê û teşhîrkirina dewleta Tirk, afîş bi Qada Hevrîn Xelef ve kirin.
Li bajarê Lyon ê Fransayê, enternasyonalîst û aktîvîstên femînîst, ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê û teşhîrkirina dewleta Tirk a qirker, afîş bi Qada Hevrîn Xelef ve kirin.
Afîşên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Evîn Goyî ku di Komkujiyên Parîsê de şehîd bûn û Hevrîn Xelef a li Rojava hat qetilkirin, li seranserê qadê hatin daliqandin.