Swîsre bêalîtiya xwe ya di şeran de bi dawî dike
Swîsre ku ji sala 1815’an û vir ve nabe piştgirê tu aliyekê şer, di sala yekem a şerê Ûkraynayê de pêşnûmeya xwe ya guhertina vê polîtîkayê, ji xwe re kir rojev.
Swîsre ku ji sala 1815’an û vir ve nabe piştgirê tu aliyekê şer, di sala yekem a şerê Ûkraynayê de pêşnûmeya xwe ya guhertina vê polîtîkayê, ji xwe re kir rojev.
Swîsre, 200 sal in tu aliyî nagire. Ev demek e pêşnûmeya qanûnê ya guhertina vê polîtîkayê li welêt bûye rojev. Hikûmeta Bernê di şerê Ûkraynayê de ku 11 meh in berdewam e, bi welatên rojavayî re bazirganiya çekan nekiriye. Pêşnûmeya qanûnê guhertina vê pozîsyonê, di Komîsyona Polîtîkaya Ewlehiyê ya Parlamentoya Swîsreyê de, dihat nîqaşkirin.
Rojnameya Neû Zurîcher Zeîtûng, ragihand ku komîsyonê biryarek daye ku dibe polîtîkaya xwe ya negirtina tu aliyî biguherîne û li gor hin şert û mercan, bi çek û alavên xwe yên leşkerî bibe piştgirekê şerê Ûkraynayê. Li gorî rojnameyê erêkirina pêşnûmeya qanûnê komîsyonê, pêşkêşê hikûmeta Bernê hatiye kirin. Tê payîn ku hikûmet hefteya yekem a Sibatê pêşnûmeya qanûnê nîqaş bike û jê re bibêje erê.
Di vê biryara komîsyonê de, diyarkirin ku ji bo bazirganiya çekan bi dewletên aliyên şer re, divê hin şert û merc bên bicihanîn. Li gorî vê yekê eger ji sisêyan duduyê piraniya Neteweyên Yekbûyî, dewleta ku vî şerî bi rê ve dibe şermezar bike, ji bo astengkirina birêvebirina şer a vê dewletê, bi îstisnayî dibe bazirganiya çekan bê kirin.
Sala çûyî Elmanyayê teqemeniyên wesayîtên şer yên zirxî ku Rheînmetall li Swîsreyê çêdike, xwestin. Lê hikûmeta Bernê ev daxwaz qebûl nekir. Daxwaza alîkariya bi Polonyayê re jî red kir. Li gor Swîsreyê wê teqemenî ji Ûkraynayê re bihatana şandin.
Lê eger pêşnûmea qanûnê ya nû ku di Komîsyona Polîtîkaya Ewlehiyê de derketiye, bê qebûlkirin, hikûmeta Bernê wê meha Sibatê ya bê, ji bazirganiya çekan a yekem a bi welatan re ku bi Ûkraynayê re dibin piştgir, bibêje erê. Li gorî nûçeyên medyaya Swîsreyê, alav û amûrên leşkerî bide Ûkraynayê, wê Swîsre bifiroşe Elmanyayê, panzerên Pîranha bifiroşe Danîmarkayê û fuzeyên balafirên şer jî bifiroşe Spanyayê.