Koma Pforzheîmê nobet dewr girt
Çalakgerên ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê nobeta li Strasbourgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dewr girtin.
Çalakgerên ji bajarê Pforzheîm ê Elmanyayê nobeta li Strasbourgê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, dewr girtin.
Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî, di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest bi nobetê kiribû. Nobet di hefteya 553’yan de tevî şert û mercên hewaya sar jî berdewam dike. Di komê de Abdullah Botan, Alî Yilmaz û Murat Serhat cih digirin.
Li ser banga KCDK-E’yê vê hefteyê jî Kurdistaniyan li ber avahiya Konseya Ewropayê (AK) çalakiyek li dar xist. Komê tevî şert û mercên hewaya sar jî bi biryardarî çalakiyên xwe didomînin û gotin, "Heta Rêberê me azad bibe wê ev çalakî bidome."
Abdullah Botan li qada çalakiyê ji ajansa me re axivî û got, “Ne tenê rojekê, hefteyekê, bi salan be jî em nikarin bersiva Rêbertiyê bidin. Divê hemû Kurd di derbarê Rêbertiyê de hestiyar bin, Rêbertiyê biparêzin.”
Çalakgeran diyar kirin ku, ev 22 meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û destnîşan kirin ku divê pêşî tecrîd bê rakirin û piştre azadiya fîzîkî ya Ocalan bê misogerkirin. Her wiha çalakgeran wiha gotin, “Tecrîd li ser Rêberê me heye. Nêzîkî du sal in tu xeber tune. Ev yek me dixe nava gumanan. Em dixwazin di zûtirîn dem de agahî ji Rêbertiya xwe bigirin. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk, di serî de Kurdan dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin."