Şehîdên Parîsê hatin bîranîn
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya Tevgera Jinê şehîdên Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin bîranîn.
Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya Tevgera Jinê şehîdên Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin bîranîn.
Li salona ku bi wêneyên şehîdan hate xemilandin, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Hunermendê TEV-ÇAND'ê Farqîn Azad ku pêşkêşiya bîranînê kir, li gel bîranîna Şehîdên Parîsê bi bîranîna mirovên di erdheja li Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, bernameya bîranînê da destpêkirin. Di mijara alîkariyê de jî bang hate kirin.
Bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayika Têlî li bîranînê axivî û diyar kir ku wê hêjayî şehîdan bibin.
Piştre bi navê Tevgera Jinê Fîdan Yildirim daxuyanî da. Yildirim got, "Hevalê Mîr li welêt hate girtin, lê belê dest ji têkoşînê berneda. Li vê derê jî xwedî li çand û hunera xwe derket. Apê Abdûrrahman jî li welêt êşkence dît lê bi paşve gav neavêt. Hersê hevalên me jî ji aliyê MÎT'ê ve şehîd hatin xistin. Gladyo ya ku bi komployeke mezin ji aliyê fîzîkî ve Rêberê me girt, kujerê van hevalên me ye. Ev komkujî bi destê dewleta Tirk hate kirin. Divê ev rastî neyê jibîrkirin. Piştî şehîdan em êşên giran dikişînin lê belê barê ku dikeve ser milê me ew e ku têkoşîna xwe mezintir bikin."
Di bîranînê de bi navê Tevgera Jinê Zozan Serhat jî axivî û got, "Li Parîsê cara duyemîn komkujî li me hate kirin. Xwedîderketina li şehîdan berpirsyariya me ye. Li pêşberî şehîdan hemûyan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Eger me karîbûya hesabê komkujiya yekemîn bipirsiya, dibe ku ya duyemîn bi serê me ve nehatibûya. Eger me karîbûya Rêberê xwe azad bikira, dibe ku ev komkujî nebûya.
Jin divê ji niha û pê ve hîn bêhtir li dora Rêbertî bicivin. Divê em Amedê ji xwe re bikin mînak û rêxistiniya xwe mezin bikin. Careke din bi rêzdarî bejna xw eli ber şehîdan ditewînim. Em ê di têkoşîna xwe de wan bi bîr bînin."
Di bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana hersê şehîdan hate nîşandan. Piştre hunermendên TEV-ÇAND'ê Kûzey, Meral Alkan û Nûarîn derketin ser dikê.
Bîranîn bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.