Li Atînayê roja duduyan a meşa li dijî komployê

Meşa ku ciwanan li Yewnanistanê dest pê kir, du roj in berdewam e. Ciwan îro ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qêriyan û li ser erdheja li Kurdistanê rabûye jî xebitîn da ku hestewarî çêbibe.

Ji ber salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo şermezarkirina komployê, Kurdistaniyên li Yewnanistanê, bi armanca pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, du roj in ku li Atînaya paytexta Yewnanistanê dimeşîn. Meşa Dirêj ku wê bi sê rojan dewam bike, sibehê wê bi dawî bibe.

Meş, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û tevlêbûyîna Tevgera jinan a Ewropayê tê kirin. Çalakgeran, roja duduyan a meşê, têkildarê komployê belavok belav kirin.

Ciwan ku bi moral dimeşiyan, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“, “Bijî berxwedana zindanan“ û “Bêyî Serok jiyan nabe“ berz kirin.

Ji bo balê bikişînin ser erdheja li Kurdistanê rabûye, ciwanan pankart vekirin. Her wiha kûrdeleya reş bi êlekên xwe yên reş ve kirin û têkildarê kampanyaya Heyva Sor a Kurdistanê daye destpêkirin, belavok belav kirin.

Hewa sar bû jî ciwanan bi awayekê bi coş li meşa xwe dewam kir û nîvro gihîştin Atînayê.

Sibehê, piştî dayîna daxuyaniya çapemeniyê li ber Parlamentoya Yewnanistanê, meş wê ber bi Sefaretxaneya Tirk ve were kirin û polîtîkayên tecrîdê û îzolasyonê bên protestokirin.