Li Atînayê tundiya li dijî penaberan hat şermezarkirin

TCŞ‘ê û komên anarşîst ku RiseUp4Rojava jî di nav de ye, li Atînaya paytexta Yewnanistanê bi çalakiyekê tundiya li dijî penaberan şermezar kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û komên anarşîst ku RiseUp4Rojava jî di nav de ye, li Atînaya paytexta Yewnanistanê bi çalakiyekê tundiya li dijî penaberan şermezar kir.

Ciwan, saet di 14.00’an de li Qada Syntagmayê ku Parlamentoya Yewnanistanê lê ye, hatin ba hev û dehfdana penaberên li ser botan ber bi behrê ve ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Yewnanistanê ve, protesto kir.

Ciwanan, ji bo kişandina balê bi ser rewşa zehmet a penaberan boteke ser behrê pif da. Berf û baran bû lê dîsa çalakî nêzîkê saetekê dewam kir.

Gava çalakiyê, bi Yewnanî dirûşme hatin berzkirin û stranên şoreşê yên bi Kurdî hatin gotin û belavok hatin belavkirin.