'Gelê Kurd 24 sal in dîl girtî ye, ji bo azadiyê tevlî çalakiyan bibin'

Endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destnîşan kirin ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd 24 sal in dîl girtî ye û ji bo dawîanîna li vê dîlgirtinê banga ji bo tevlîbûna li çalakiyên li dijî komployê kirin.

Endamên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a li Ewropayê ji ber salvegera 24'an a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlîbûna li çalakiyan kirin.

Di serî de li Strasbourgê wê li gelek bajarên Ewropayê heta 15'ê Sibatê çalakî li dijî komplo û tecrîdê bêne lidarxistin.

Endamên yekîtiya hêzê bi dîmen peyam weşandin û gotin, "Di kesayeta Rêber Apo de 24 sal in em dîlgirtî ne. Azadiya Rêber Apo azadiya 50 milyon Kurd û Kurdistanê ye. Ji bo azadiya Rêber Apo di 11'ê Sibatê de em li Strasbourgê bicivin. Strasbourgê bikin qada berxwedanê, bikin qada azadiyê.

Tecrîda ku niha li ser Rêber Apo tê meşandin ji bo aştiya li Rojhilata Navîn xetereya herî mezin e. Divê demildest tecrîd ji holê bê rakirin."

Di peyaman de hate destnîşankirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeya gelê Kurd û ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga ji bo tevlîbûna li çalakiyan hate kirin.