Meşa Dirêj: Heta ku Rêber Apo azad dibe!
Di meşa enternasyonalîstan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, peyama “Heta ku Rêber Apo azad dibe, em ê di çalakiyan de bin” hat dayîn.
Di meşa enternasyonalîstan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, peyama “Heta ku Rêber Apo azad dibe, em ê di çalakiyan de bin” hat dayîn.
Ji ber salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Meşa Dirêj a Enternasyonalîst ya 7’emîn li bajarê Cenevre yê Swîsreyê destpê kir. Meş bi dirûşmeyên “Ji bo şer, tecrîd û zilma siyasî bi dawî bibe û ji bo aştî, demokrasî û azadî pêk were em dimeşin” û “Felsefeya Rêber Apo jiyana me ye” tê lidarxistin. Meş li qada Place de Neûveyê destpê kir. Aktîvîstên enternasyonalîst hatin ba hev û bi wêneyên Abdullah Ocalan, bertilkên bi mor ên li ser hatî nivîsîn, Freedom For Ocalan û bi berzkirina dirûşmeyan dest bi meşê kirin.
Çalakvanan li ber Ofîsa NY’ê ya Cenevreyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û heta Versoîxê meşiyan.
Ji Elmanya, Spanya-Katalonya, Portekîz, Fransa, Îngilistan, Swîsre, Slovenya, Bûlgaristan, Kenya, Ekvator, Meksîka Macaristan, Avûstûrya, Brezîlya û Hîndistanê zêdeyî 120 aktîvîstên enternasyonalîst û gelek Kurdistanê tevlî meşê bûn.
Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Selma Suren ji ber erdheja li Kurdistanê, sersaxî xwest.
Suren got ku ew ji ber erdhejê bi xemgînin û destnîşan kir ku bi piştevaniya aktîvîstên enternasyonalîst ên ji her dera cîhanê, wê meşa xwe bidomînin.
Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç jî ji ber erdhejê banga piştevaniyê kir û ev peyam da: “Heta Rêber Apo azad dibe, em ê bi dostên xwe re çalakiya xwe bidomînin.”
‘PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN, FELSEFEYA ME YA JIYANÊ YE’
Parlamentera Federal a SP’ê Laûrence Fehlmann Rîelle diyar kir ku bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne û got: “Em azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye û Kurd jî mexdûrê vê ne. Ji bo ku ev pirsgirêk bi diyalog û rêbazên aştiyane çareser bibe, em dixebitin.”
Cîgira Şaredariya Cenevreyê Chrîstîna Kîtsos jî wiha axivî: “Em weke Şaredariya Cenevreyê piştgiriyê didin Kurd û enternasyonalîstên ku tevlî vê çalakiyê bûne. Em ê ji erdheja li Kurdistanê qewimî ye, çi ji destê me were wê bikin.”
Franziska Schûlz jî wiha got: “Em ji cihên cuda yên cîhanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan, hatine vir. Paradîgmaya Abdullah Ocalan, di heman demê de felsefeya me ya jiyanê ye.”
Clement Monatte jî got ku ew ê tecrîdê bi vê meşê bişkînin û banga têkoşînê li hemû enternasyonalîstan kir.
Parlamenterê Kantona Cenevreyê Pablo Crûchone jî wiha got: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo me pir girîng e. Em piştevanê gelê Kurd in. Heta ku Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad dibin, em ê bi we re têbikoşin.”