Li Fînlandiyayê wê ji bo Rêberê Gelê Kurd meşa dirêj bê lidarxistin

Li bajarê Oûlû yê Fînlandiyayê wê bi dirûşmeya “Erdogan şermezar bikin, faşîzma Tirk rawestînin, azadî ji bo Ocalan” meşa dirêj bê lidarxistin.

Roja 6’ê Sibatê Duşemê di saet 17.00’an de li Rotûaarî ya li navenda Oûlûyê, wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa dirêj bê lidarxistin. Komîteya amadekar a meşê diyar kir ku êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, ji tavîzdayîna demokrasiyê ya hikûmeta Fînlandiya ya ji bo bibe endamê NATO’yê û peymanên çekan ên bi dewleta Tirk re wê bê protestokirin û got ku demokrasî nayê firotin.

Di daxuyaniyê bal hat kişandina ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hat gotin ku rejîma faşîst a li Tirkiyeyê mafên mirovan binpê dike.

Komîteya amadekar helwesta hikûmeta Fînlandiyayê ya li beramber Erdogan rexne kir û destnîşan kir ku divê Erdogan di Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî de, bê darizandin.

‘FÎNLANDIYAYÊ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ BINPÊ KIR’

Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku Fînlandiyayê hiqûqa YE’yê binpê kiriye û wiha hat gotin: “Fînlandiyayê bi qebûlkirina daxwaza radestkirinê ya Tirkiyeyê, hiqûqa YE’yê û mafên mirovan a navneteweyî, binpê kir. Li gorî rêxistinên mafên mirovan a navneteweyî, li girtîgehên li Tirkiyeyê êşkence zêde bûye.”

DAXWAZ: DEMOKRASIYÊ BIPARÊZE, BILA OCALAN AZAD BIBE

Di daxuyaniyê de daxwazên çalakvanan wiha hat rêzkirin: “Erdogan ji Havîna borî û vir ve ji bo Fînlandiya endamtiya NATO’yê erê bike, şantajê dike. Herî dawî ji bo ku Fînlandiya bi Swêdê re ‘heman şaşitiyan’ neke gefên sergirtî, lê xwar. Daxwazên me wihan e:

  1. Fînlandiya divê di ti şert û mercan de li ser israra Tirkiyeyê yan jî ya yekê din, ji polîtîkayên xwe yên azadî, demokrasî û mafên mirovan tavîzê nede.
  2. Fînlandiya divê serî li ber şantajên Erdogan netewîne û bi awayek eşkere li dijî derewên Erdogan ê di asta hikûmet, medya û civaka sivîl de rabibe.
  3. Tirkiye divê hemû girtiyên siyasî berde. Divê Abdullah Ocalan ê ev 23 sal in li Tirkiyeyê girtî ye bê berdan, ji bo Kurd bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin pêvajoyek demokratîk bê destpêkirin.
  4. Divê qirkirin û sûcên şer ên rejîma Erdogan bê şermezarkirin û pêşî li sûcên nû bê girtin.”