Meşa Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan di roja 2’an de ye

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî lidarxistin, di roja 2’an de li Lûdwîgsbûrgê destpê kir.

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îsal li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê destpê kir. Ciwanan di roja 2’an de, li Lûdwîgsbûrgê dest bi meşê kir.

Ciwananên ku bi coşek mezi roja yekem a meşa xwe qedandin, îro wê di roja 2’an de li Lûdwîgsbûrgê dest bi meşê bikin. Bi sedan ciwan ji çar aliyên Ewropayê hatin ba hev û anîn ziman ku ji bo ew ji pêvajoyê re bibin bersiv xwe berpirsyar dibînin.

‘HER KÊLÎ, LI HER DERÊ EM JI BO RÊBERÊ APO DI ÇALAKIYÊ DE NE’

Ciwanan daxuyaniyek nivîskî dan û wiha gotin: “Em weke ciwanên Apoyî her kêlî, li her derê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo bi hîsê berpirsyariyê, di meşê de cihê xwe digrin. Bi taybetî di salvegera 10’emîn a komkujiya heval Sara, Rojbîn û Ronahiyê de li heman cihî şehîd xistina heval Evîn hêrsa ciwanên Kurd ên li Ewropayê mezintir kir.

Em ê komploya navneteweyî pûç bikin. Em ê tecrîdê bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

Ji TCŞ’ê Serhed Baran bal kişand ser erdheja li Bakurê Kurdistanê jî û banga piştevaniyê li Kurdên ku li Ewropayê dijîn, kir. Ciwanan got ku desthilatdariya AKP-MHP’ê fonê erdhejê ji bo şer bi kar aniye.