Şehîdên Parîsê li Reîmsê hatin bibîranîn

Ji bo Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Reîmsê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Li bajarê Reîms ê Fransayê, ji bo bîranîna Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên ku di 23’ê Kanûna 2022’an de di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê şehîd bûbûn, merasîmek hate lidarxistin. Merasîm ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê ve hate organîzekirin.

Merasîma bîranînê saet di 16:00’an de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê TJK-F’ê Leyla Şoreşger axaftinek kir.

Di dema merasîmê de bê navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin. Her wiha sînevîzyon hate nîşandan û helbest hatin xwendin. Merasîma ku Koma Muzîkê ya Fransî jî cih girt, bi guhdarkirina stranên koma muzîkê ya Reîms Nûjenê bi dawî bû.