Konferansa enternasyonalîstan a li Cenevreyê
Enternasyonalîstên ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bimeşin, li Cenevreyê konferansek lidar xistin.
Enternasyonalîstên ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd bimeşin, li Cenevreyê konferansek lidar xistin.
Îsal wê 'Meşa Enternasyonalîst-Azadî Ji Bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” a 7’emîn bê lidarxistin û 6’ê Sibatê roja Duşemê wê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê destpê bike. Aktîvîstên enternasyonalîst ên wê tevlî meşê bibin, li bajarê Cenevreyê hatin ba hev. Beriya meşê li salona konferansê ya Gandî ya Maîson Internatîonale (Mala Çandê ya Navneteweyî) a li bajarê Cenevreyê, konferansek hate lidarxistin.
‘PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN SÎNOR DERBAS KIRIN’
Aktîvîst û Kurdistaniyên ku wê tevlî meşê bibin, tevlî konferansa bi mijara “Abdullah Ocalan û Guherîna Paradîgmayî” bûn. Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç di destpêka konferansê de axivî û wiha got: “Rêber Apo û paradîgmaya ku danî holê, sînor derbas kirine û li hemû cîhanê ji bo gelên bindest pêşengiyê dike. Beriya 25 salan sîstema kapîtalîst xwest ku Rêber Apo û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan tasfiye bike. Lê têkoşîna gelê Kurd û dostên wê, komploya navneteweyî pûç kir.”
Di beşa destpêkê ya konferansê de, enternasyonalîsta Îtalî Ûxîa Bîrûeîro moderatî kir. Di vê beşê de aktîvîsta TJK-E’yê Asmîn Engîn semînerek da û qala qirkirinên di dîrokê de bi serê Kurdan hatî kir û işaret bi şert û mercên derketina PKK’ê û cudahiya wê ya ji serhildanên kir.
Di beşa konferansê ya bi sernavê “Sîstema Îmraliyê û Komploya Navneteweyî”de, Parêzer Mahmût Şakar û endamên Platforma Li Dijî Tecrîdê ya Navneteweyî parêzer Raphael Roûx û Carolîne Îsabella Aûbry weke axaftvan tevlî bûn.