Zêdeyê 150 aktîvîstên navneteweyî yên ji welatên cuda, beriya Meşa Dirêj ku wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bikin, konferansek li dar xist
Konferans, bi mijara “Abdullah Ocalan û Guherîna Paradîgmayî“ li Salona Gandî ya Mala Çandê ya Navneteweyî ya li Cenevreyê hat lidarxistin. Niqaş li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevrêtiya wî ya bi jinan re û tecrîda li Îmraliyê berdewam e, hat kirin.
Di beşê duduyan ê konferansê yê bi sernavê ‘Komploya Navneteweyî û Pergala Îmraliyê’ de, Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Hiqûq û Demokrasiyê ya Navneteweyî (MAF-DAD) Mahmût Şakar û parêzer Raphale Roûx û Corolîne Îsabella Aûbry ku di nav Delegasyona Li Dijî Tecrîdê de ne, serdan li Tirkiyeyê kirin, çavdêriyên xwe yê parve kirin.
Mahmût Şakar di axaftina xwe de bi bîr xist ku piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî radestê Tirkiyeyê hatiye kirin, çûye Îmraliyê û parêzertiya wî kiriye û wiha got: “Me gelek caran bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Dema ku em cara yekem çûn ew bawerî bi me re çêbû. Pergala Îmraliyê ji bo tunekirina hêviyê hatiye avakirin. Lê Abdullah Ocalan bi berxwedana xwe bêhêvîtî kir hêvî. Min tu caran nedît ku ew xemgîn e. Tenê carekê ji me re wiha got: ‘Ez xemgîn im ku ji ber şert û mercên xwe nikarim ji bo gelê Kurd zêde tiştan bikim.’ Berxwedana Abdullah Ocalan li Îmraliyê bû hêviya siberojê. Îmrali, ji bo wî cihê berxwedanê ye.”
Piştî Şakar, parêzer Raphael Roux û Corolîne Îsabella Aûbry çavderiyên xwe yên li ser Tirkiye û Kurdistanê parve kirin.
Konferans, piştî bêhndana xwarinê, bi axaftina Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan a li ser Komploya Navneteweyî dewam kir. Di dawiya axaftinên Karayilan de enternasyonalîstan dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Komên ku tev li meşê bûn, di der barê têkoşîna li welatên xwe de, agahî dan.
Konferans bi pêşandana fîlmê Kobanê bi dawî bû.
WÊ BI DAXUYANIYEKÊ LI BER NY’YÊ, DEST BI MEŞÊ BÊ KIRIN
Enternasyonalîstan, beriya Meşa Dirêj ku wê sibê li qada Place de Neûve dest pê bike, li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Parlementera PS ya Federal a Cenevreyê Laurence Fehlmann Rîelle, Cigîra Şaredariya Cenevreyê Chrîstîna Kîtsos û Parlementerê Kantona Cenevreyê Pablo Crûchon weke axêver wê tev li daxuyaniyê bibin.