Li Mannheîmê meşa li dijî tecrîdê

Meşa 3 rojan ku bi pêşengiya FCDK-KAWA hate organîzekirin, îro li Mannheîmê dewam kir. Di meşê de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

Meşa 3 rojan ku bi pêşengiya FCDK-KAWA li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê dest pê kir û duh li Darmstadtê dewam kir, îro jî li Mannheîmê dewam kir.

Kurdistaniyên ku bi banga Komîteya Piştevaniya Mannheîmê ya bi Rojava re û Navenda Çanda Kurd a Mannheim Ludwigshafenê, li Wassertûrmê hatin ba hev, xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin, azadiya wî were mîsogerkirin û qedexeya li ser PKK’ê were rakirin. Her wiha xwestin firotina çekan a ji dewleta Tirk re û zext û gefên li dijî HDP’ê dawî bibe.

Meş bi axaftina vekirînê ya li ser navê Dîe Linke, Roland Schuster destpê kir. Di meşê de bê navber dirûşmeyên bi zimanê Tirkî, Kurdî û Elmanî hatin berzkirin.

Meşa ku ji Wassertûrmê destpê kir heta Altemessplatzê dewam kir.

Roland Schuster û parlementerê Dîe Linke Gokay Akbûlût li vê derê axaftin kirin. Bal kişandin ser êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê û firotina çekan a Elmanya û welatên din ên Ewropayê ji Tirkiyeyê re şermezar kirin.

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Qexeya li ser PKK’ê were rakirin”, “Ji Abdullah Ocalan re Azadî”, “Hoch die Internationale Solidaritat”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Rojava” hatin berzkirin. Di dawiya mîtîngê de polîsan çend kesên beşdar destgîrkirin, li hemberî vê yekê bertek hatin raberkirin û ev yek ji aliyê axaftvanan ve jî hate şermezarkirin.

Mîtîng bi stranên muzîkjenê ji Mannheîmê Bernd Dorfer re bi dawî bû.