ROJANE
Hemû Nûçe
-
21 fezlekeyên din pêşkêşî parlementê hate kirin
Di derbarê 15 HDP’yî bi giştî 20 wekîlan de ku di nava wan de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî heye 21 fezleke li parlementê ye. -
'Bi diyalogê pirsgirêkan çareser bikin'
Endamên berê yên HDP’ê û rêveberên sendîkayan ku ji bo nirxandina rewşa li welat li hev civiyabûn daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Em bang li partiyên siyasî yên Kurd dikin ku bi rêya diyalogê pirsgirêkên heyî çareser bikin.” -
ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Serokê Komeleya 78’an ê Amedê girtin
Serokê Komeleya 78’an ê Amedê Ganî Alkan girtin. -
Li Agirî û Wanê 3 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li Bazîda Agiriyê û li Wanê girtin ser malan. Yek jê belavkerê berê yê rojnameyan 3 kes destgîr kir. -
Hevserokên nû yên KESK’ê hatin hilbijartin
Ji bo hevserokatiya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl û Mehmet Bozgeyik hatin hibijartin. -
MLKP KKO şehîdên YJA Starê bi bîr anî
Rêxistina Jinên Komunîst a MLKP’ê fermandar û şervanên YJA Starê Nûjîn Amed, Berfîn Nûcan, Ronahî Tamara û Avent Feda bi bîr anî. -
Tecrîda li Îmraliyê li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
Însiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê şermezar kir û berxwedana li zindanan silav kir. -
Polîsan avêtin ser Girtîgeha Tokatê: 2 girtî winda ne
Polîsan avêtin ser girtîgeha Tokatê û êşkence li girtiyan kirin. Girtî Hasan Ortaç û Mûstafa Okçû ji aliyê polîsan ve hatin revandin. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan. -
ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Îsmaîl Çoban hate birîn
Îsmaîl Çoban ê ku Midûrê Karê Nivîsan ê berê ya rojnameya Azadiya Welat bû ya ku bi KHK’ê hatibû girtin, ji ber nivîs û nûçeyên di rojnameyê de 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. -
Rûniştina doza zarokên êşkence li wan hatibû kirin, taloq bû
Li Wanê rûniştina doza zarokên êşkence li wan hatibû kirin, dest pê kir. Rûniştin hate taloqkirin. -
Sancar: Eger em bi hev re bimeşin, em ê dawî li pergala talanê bînin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Eger em bi hev re bimeşin, em ê dawî li vê pergala xwînê, dizî, talan û derewîn bînin." -
Girtiyê bi nexweşiya giran Ozkan bi 3 hezar û 300 kîlometreyî gerandin
Girtiyê bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan 2 hefteyan bi 3 hezar û 300 kîlometreyî gerandin û birçî hiştin. Li gorî agahiyan, Ozkan di vê gerandinê de ji ser hişê xwe çûye. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Kurdên li Stavrapolê bi daxuyaniyê li ber dagirkeriyê rabûn
Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan û bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kir ku bibin yek û li dijî dagirkeriyê têbikoşin. -
ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Bûldan û Sancar bi parêzer û hiqûqnasan re rûniştin
Hevserokên Giştî yên HDP’ê derbarê doza girtina HDP’ê bi parêzer û hiqûqnasan re rûniştin. -
DYE'yê ji hevalbendên xwe xwest ku welatiyên xwe yên DAÎŞ'î werbigirin
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken li Romayê di civîna Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAÎŞ'ê de axivî û ji hevalbendên xwe xwest ku welatiyên xwe yên DAÎŞ'î werbigirin. -
Di doza JÎTEM'ê de kujer tên parastin: Heyet cara 6'an hate guhertin
Di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de heyet cara 6'an hate guhertin. Malbatan diyar kirin ku kujer têne parastin. -
Li şeş bajaran 2 febrîqe, 3 keştî û 15 wesayit hatin şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li şeş bajaran 2 febrîqe, 3 keştî û 15 wesayit şewitandine. -
Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan. -
Malbata Şenyaşar: Piştevanî hêza berxwedanê dide me
Malbata Şenyaşar a xizmên wan ji aliyê AKP’iyan ve hate qetilkirin, çalakiya nobeda xwe di roja 112’an de didomîne. Malbatê bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got: “Hêzê dide me.” -
Li Bestayê şewat derket, şewata li Çewligê jî hê dewam e
Li daristanên herêma Besta ya navbera bajarên Sêrt û Şirnexê şewat derket. Şewata ku li Çewligê jî di bin çavdêriya dewletê de jî didome.