ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2021'Ê
Rojeva sereke ya Kurdistan û Cîhanê. -
Aktivîstên li Frankfûrtê hatibûn destgîrkirin berdan-NÛ BÛ
Aktivîstên endamên şandeya aştiyê ya ji 10 kesan pêk tên ku ji bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistnaê ber bi Fankfûrtê ketibûn rê hatibûn destgîrkirin, hatin berdan. -
CPJ bang li Hewlêr kir: Beroşkî berdin, dev ji tacizkirina medyayê berdin
Komîteya Parastina Rojnamegeriyê (CPJ) daxwaza kir ku rojnamevan Umêd Beroşkî ku ji ber nûçe û parvekirinên xwe yên li ser tevna dijîtal ji aliyê Dadgeha Dihokê ve li Başûrê Kurdistanê salek ceza lê hatibû birîn, bê berdan. -
Rêxistinên çapemeniyê bal kişand ser têkiliyên medya Tirk
12 Rêxistinên pîşeyî yên Çapemeniyê, bi gotina ‘Rezîlî û rizandineke wiha nehatiye dîtin’ bal kişandin ser têkiliyên qirêj ên kesên di bin navê ‘rojnamegeriya’ çapemeniya Tirk de kar dikin. -
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê jî tevlî pêngavê bûn: Werin Cenga Azadiyê!
Ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê gotin ‘Êdî dem hatiye ku Kurdistana azad were avakirin” û diyar kirin ew jî tevlî pêngava li dijî êrişên dagirker bûne. -
Polîsan li Îzmîrê êrişî jinên HDP'î kirin
Jinan xwestin ku konê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê hatiye danîn bê rakirin. Polîsên Tirk jî bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî jinan kirin. -
Ciwanên Kurd ên li Saratovê konferansa xwe li dar xist
Ciwanên Kurd ên li herêma Saratovê ya Rûsyayê bi beşdariyeke xurt konferansa xwe ya yekemîn pêk anî û ji bo rêxistinbûna ciwanan biryar wergirtin. -
KCDK-E: Em di 26’ê Hezîranê de seferber bibin!
KCDK-E ji bo meşa di 26’ê Hezîranê de ya ku wê li dijî tecrîda Îmraliyê û êrişên dagirker were destpêkirin, bang kir. -
YPS’ê li dijî polîsan çalakiyek kir: Polîsek hate kuştin
YPS’ê li Stenbolê li dijî polîsên Tirk çalakiyek kir. Hate diyarkirin di çalakiyê de polîsek hate kuştin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan. -
Biryara Batasûna nikare li ser HDP'ê were nûjenkirin
Prz. Dogan Erbaş got biryara Batasunayê ku medyaya desthilatê radigihîne di îdîanameya HDP'ê de ''amaje bi biryara gritina partiyê ya DMME'yê'' tê kirin, cuda ye û diyar kir tê berevajîkirin. -
ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Li sersaxiya Deniz Poyraz peyama 'serhildan' û 'têkoşînê'
Gelek saziyên civaka sivîl serdana konê sersaxiyê ya ji bo Deniz Poyraz a li Rêxistina HDP ya Stenbolê kirin û bi peyaman piştevaniya xwe diyar kirin. -
Êşkence li girtiyên Efrînî kirine
Welatiyên sivîl ên ji Efrînê ku piştî êrîşa dagirker a li ser Efrînê anîne Tirkiyê û hatine girtin diyar kirin dema destgîrkirinê êşkence li wan hatiye kirin, zor li wan kirine ku bibêjin YPG'yî ne û gefa tecawizê li xwîşk, hevjîn û dayikên wan xwarine. -
Bûldan: Xeyala Denîzê xeyala bi milyon kesan e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got “Navê me Denîz e ya ku çemên berxwedanê lê dibin yek. Navê me Denîz Poyraz e. Xeyalên te yên nîvco, xeyalê milyonan e.” -
Serdanên sersaxiyê ji bo malbata Poyraz dewam dike
Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û xelkê herêmê serdana konê sersaxiyê yê malbata Poyraz dikin. -
Rêvebera ÎHD'ê Onaran hate destgîrkirin
Rêvebera ÎHD'ê ya Şaxê Stenbolê Hatîce Onaran hate destgîrkirin. -
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibîne serî li dozgeriyê dan. -
Wekîlên HDP'î: Wê nikaribin bi HDP'ê
Parlamenterên HDP'ê Tayyîp Temel û Mûrat Sarisaç diyar kir ku bi êrişên mîna ya li Îzmîrê û doza girtinê HDP naqede û destnîşan kir, ku têkoşîn wê bê mezinkirin. -
Terora dewletê: Serdegirtina li zêdeyî 100 malî
Li Amedê biryara girtina 105 kesî hate dayin û ji bo vê jî li gelek bajaran avêtin ser zêdeyî 100 malî. -
Kurdên li Rûsyayê ji bo yekgirtinê bang kirin
Kurdên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û banga yekgirtinê li hêzên Kurd hemûyan kirin. -
Li Patnosê 4 kes hatin girtin, li Stenbolê 14 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Patnosê ya Agiriyê ji 6 kesên ku dawiya hefteyê hatin destgîrkirin 4 kes hatin girtin. Li Stenbolê jî di oeprasyona dijî endamên Partiya Şoreşger a Yekbûyî û Dev-Guçê de 14 kes hatin destgîrkirin. -
ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê. -
Delegasyona YE û rêxistinên kedê serdana HDP’a Îzmîrê kir
Serokê Delegasyona YE Nîkolaûs Mayer Landrût serdana Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê ku Denîz Poyraz lê hate qetilkirin, kir. Partiyên siyasî û rêxistinên kedê jî, serdana hevserokên Navenda Giştî ya HDP’ê kirin. -
HBDH ji bo Deniz Poyraz li Amedê meşiya
Milîsên HBDH Kurdistanê ji bo Denîz Poyraz a HDP’î ku li Îzmîrê hatibû qetilkirin meşiya û got: “Berpirsê vê êrîşê dewleta faşîst e. Divê hesab bide. Sond dixwin ku wê bidin.”