ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Sancar: Ji bo heqîqetê em Dadgeha Rûsselê ava bikin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di komcivîna partiya xwe xivî û got,“Werin em kesên ku ji demokrasî û edaletê bawer dikin lijneyeke mezin ava bikin. Minakên vê li dinyayê hene. Em Dadgeha Rûssel ava bikin.'' -
Ji Doza Kobanê çar kes hatin berdan
Ji Doza Kobanê ku bi fermana hikûmeta Tirk li dijî HDP'ê hatibû vekirin çar kes hatin berdan. -
Beştaş: Tecrîda li ser Îmraliyê fikarên di civakê de zêdetir dike
Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş pirsnameyek da Wezîrê Edaletê û diyar kir ku tecrîda li ser Îmraliyê fikarên di nav civakê de zêdetir kiriye. -
Wê di 21’ê Hezîranê de lêkolîna pêşîn a doza girtiya HDP’ê were kirin
Dadgeha Makeqanûnê wê di 21’ê Hezîranê de lêkolîna xwe ya pêşîn a li ser îddînamaya girtina HDP’ê bike. -
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serî li dozgeriyê dan. -
Kurdên li Rûsyayê nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan
Kurdên li paytext Moskowayê, hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kirin. -
Doza Kobanê: Rûniştina sêyemîn dest pê kir
Rûniştina sêyemîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de dest pê kir. -
ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Encamnameya Civîna Serokan a NATO’yê: Tevkariya ji bo Tirkiyeyê hate zêdekirin
Encamnameya Civîna Serokan a NATO’yê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin tevkariya ji bo ‘tevdîrên ewlekariyê’ ku NATO dide Tirkiyeyê hatiye zêdekirin. -
Rûniştina doza Kobanê wê sibê bidome
Di rûniştina Doza Kobanê de piştî parastina Ayhan Bîlgen biryar hate dayîn rûniştin sibê bidome. -
TCŞ-TÊKO-JIN: Bi rengê herî xurt em xwedî li berxwedanê derkevin!
TCŞ û TÊKO-JIN gotin, "Yên bi ser bikevin wê Bazên Zagrosê û gelê Kurdistanê bin. Em bang dikin ku bi rengê herî xurt xwedî li berxwedanê derkevin. 19'ê Hezîranê em li tevahiya Ewropayê jiyanê rawestînin." -
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû kirin. -
Êrişên dagirkeriyê li Saratovê hatin şermezarkirin
Kurdên li Rûsyayê, li herêma Saratovê bi daxuyaniyekê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn û nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re dan. Di çalakiyê de hate xwestin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin. -
Girtî 200 roj in li ber xwe didin: Çalakiyên li dijî tecrîdê divê bên xurtkirin
Berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 200'î de ye, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê. KCD'ê û HDP'ê rexnedayina xwe dan ji ber ku berxwedan bi têrkerî nebûye rojev û gotin, wê çalakiyên li dijî tecrîdê mezin bikin. -
ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Girtiyên PKK û PAJK’î: Divê em bi berxwedêran re bin
Girtiyên PKK û PAJK’î: Divê em îxanetê qebûl nekin û pêşiya wê bigirin. Divê em li dora berxwedêran bibin yek. -
'Kurd hemû divê sibe rabin ser piyan'
KCDK-E û TJK-E'yê diyar kirin ku ji bo mezinkirina berxwedana li dijî dagirkerî û qirkeriyê wê roja Duşemê li gelek welatan çalakî bên lidarxistin û banga tevlîbûnê kir. -
Jinên Tîrêjên Rojê du TIR û 17 wesayitên lûks dane ber êgir
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku li Stenbol, Kocaelî û Tekîrdagê du TIR û 17 wesayitên nîjatperestên Tirk dane ber êgir. -
Delegasyona Navneteweyî: Divê dewleta Tirk tavilê vekişe
Delegasyona Navneteweyî ya ji bo Azadî û Aştiyê li Kurdistanê, nerazîbûn nîşanî astengiyên li Hewlêrê da û diyar kir ku ew ti partiyeke Kurd temsîl nakin, ew "enternasyonalîst" in. Delegasyonê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji herêmê vekişe. -
Însiyatîfa Zarokên Êgir 2 febrîqe, 2 depo û 2 wesayit şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Êgir ragihand ku li Stenbol, Kocaelî û Bûrsayê 2 febrîqe, 2 depo û 2 wesayit şewitandine. -
KNK: Em li gel dostên xwe li ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk rabin
KNK'ê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku li ber dostên Kurdan negire û ji hêzên Kurdistanî hemûyan jî xwest ku li gel dostên gelê Kurd li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin û xwedî li hêzên berxwedêr derkevin. -
HBDH: Dema wê ye ku em Kurdan re bi bin yek û çalak bin
HPDH'ê bal kişande ser êrîşên dagirker ên Tirk û got,''Divê mirov li rex gelê Kurd bisekine. Ne dema temaşevaniyê ye, dema çalakiyê ye.'' -
Operasyona qirkirina siyasî: HDP'î hatin girtin
Rêveberên HDP'ê Fener Gunana û Ahmet Sûbaşi hatin girtin, ku berî 4 rojan li Stenbolê ji ber karên xwe yên siyasî di operasyona qirkirina siyasî de hatibûn destgîrkirin. -
Dewleta Tirk li Şêrawayê zarokek birîndar kir
Di bombardûmana dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirker de li Şêrawayê zarokek birîndar bû.