ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser Metînayê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.
Bûyerên têkildarî Heyeta Aştiyê wê werin şopandin, ku ji aliyê PDK'ê ve têne astengkirin.
Dîmenê kêliyên dawî yên dorpêçkirina lehengên Mamreşo hate bidestxistin. Li şûna ku teslîmî hêzên dagirker ên Tirk bibin, bi ser mirinê ve dimeşin. BI DÎMEN E
Ji fermandarên pêşmergeyan Wahap Sertîp destnîşan kir, ku ti hincet ji bo şerekî navxweyî nîne û diyar kir, yên dixwazin vî şerî bikin, xiyanetê li Kurdan dikin. BI DÎMEN E
Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan anî ziman, sîstema dewletê ya mafya-çete ya herî bêqanûn, bêhiqûq li Tirkiyeyê saz bûye û ji bo têkoşîna hevpar bang kir.
Amed Malazgîrt bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Em dixwazin dewleta Tirk li Kurdistanê têk bibin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê rê nedin dagirkeriyê."
Hevserokatiya KCDK-E'yê têkildarî encamên civîna bilind a lîderên NATO'yê daxuyanî da û got, "Bi biryara li Civîna Bilind a Lîderên NATO'yê, rê li ber Erdogan hatiye xweşkirin ku komkujiyên nû bike."
Jinên li Swîsreyê 14'ê Hezîranê di çarçoveya Greva Jinê ya Neteweyî de li tevahiya welêt daketin qadan. Bi deh hezaran jinên ketin grevê, hişyarî dan rayedaran ên di polîtîkayên cihêkariyê de israr dikin.