Operasyona qirkirina siyasî: HDP'î hatin girtin

Rêveberên HDP'ê Fener Gunana û Ahmet Sûbaşi hatin girtin, ku berî 4 rojan li Stenbolê ji ber karên xwe yên siyasî di operasyona qirkirina siyasî de hatibûn destgîrkirin.

Di operasyona qirkirina siyasî de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve dihate birêvebirin, 9'ê Hezîranê li 8 navçeyên Stenbolê serdegirtin çêbûbû û di encamê de gelek endam û rêveberên HDP'ê hatibûn destgîrkirin.

Ji rêveberên HDP'ê yên bajêr Fener Gunana û Ahmet Sûbaşi, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Beyoglûyê Mehmet Saît Bor û xebatkarên ewlekariyê yê Rêxistina HDP'ê ya Bajêr Mûstafa Tûrgût piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr radestî Edliyeya Stenbolê kirin.

Dadgeya Ceza ya Sûlhê ya 9'emîn a Stenbolê biryara girtina Fener Gunana û Ahmet Sûbaşi da. Mehmet Saît Bor û Mûstafa Tûrgût jî bi şertê kontrola edlî berda.

Gunana û Sûbaşi şandin Girtîgeha Sîlîvriyê.