ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayika Poyraz: Denîz namirin, Denizek çû bi hezaran Denîz tên
Cenazeyê Denîz Poyraz a HDP’î ku hate qetilkirin ji midûryeta goristanê hate girtin, birin malê. -
HBDH: Em ê hesabê Denîz qat bi qat bipirsin
HBDH'ê destnîşan kir ku hesabê Denîz Poyraz a HDP'î wê qat bi qat bê pirsîn û ji bo berxwedanê bang li her kesî kir. -
CHP'ê û Partiya Gelecek serdana HDP'ê kirin
Heyetên ji partiyên CHP û Gelecek piştî serdana li Îzmîrê serdana HDP'ê kirin. Ahmet Davûtoglû jî bi telefonê sersaxî xwest. -
Bertekên navnetewî: Ji êrîşan Erdogan berpirs e
Sazî û navên navnetewî diyar kirin kuştina xebatkara HDP'ê Denîz Poyran encama polîtîkayên Erdogan e. -
Li cihê ku Poyraz lê hate qetilkirin kulîlk hate danîn
Li cihê ku Denîz Poyraz lê hate qetilkirin wêne û kûlîlk hatin danîn. -
Li Konyayê fabrîkaya tifingên nêçîrê hate şewitandin
Insîyatîva Zarokên Êgir ragihand ku yekîneyên wan li navçeya Beyşehîrê ya Konyayê Fabrîkaya Tifingên Nêçîrê Huglu ya Nacî Tanik ku bi ASELSAN'ê re dixebite dane ber êgir. -
Jinên Tîrêjên Rojê: Em ê tola Denîz Poyraz qat bi qat hilînin!
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî faşîstan çalakî li dar xistin û gotin, "Em ê tola her hevrêyên xwe qat bi qat hilînin." -
Bûldan û Sancar li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ne
Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ne ku Denîz Poyraz lê hate qetilkirin. -
Tuncel: Berpirsê êrîşê desthilata AKP/MHP ye
Sabahat Tuncel li danişîna Doza Kobanê axivî. Tuncel li dijî êrîşa li Izmîrê hewlest nîşan da û got berpirsê êrîşê desthilata AKP/MHP ye. -
Kujerê Denîz Poyraz, Onûr Gencer hate girtin
Êrişkarê nijadperest Onûr Gencer ku 17'ê Hezîranê êriş bir ser Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û bi şeş fîşekan xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir, hate girtin. -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Malbat, wasî û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
HDP'yî dema ku şopa hovîtiya li Izmîrê paqij kirin dilzîz bûn
Piştî qetilkirina xebatkara partiyê Deniz Poyraz a li Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Izmîrê, partiyiyan dema ku xwestin şopa êrîşa li avahiyê paqij bikin, dilzîz bûn. -
Polîsên Tirk qeydên kamereyan jê birin
Polîsên Îzmîrê, piştî ku hemû qeydên kamerayan ên kargehên têketina avahiya ku xebatkara HDP’ê Deniz Poyraz lê hat qetilkirin birin, qeydên kamerayan jê birin. -
Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn xwest îdîanameya girtina HDP'ê bê qebûlkirin
Rojek piştî êrişa çekdarî ya li ser Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn xwest, îdîanameya ji bo girtina HDP'ê hatiye amadekirin bê qebûlkirin. -
YPS / YPS-JIN banga çalakiya aktîf li hemû yekîneyên xwe kir
Koordînasyona YPS / YPS JIN : ''Em bang li hemû yekîneyên xwe dikin ku derbasî asta çalakiya aktîf bibi û li her derê çalakiyên domdar bikin.'' -
TEV-DEM: Hedefgirtina avahiya HDP`ê sûcekî plankirî ye
Tevgera Civaka Demokratîk got hedefgirtina avahiya HDP`ê ji aliyê komên faşîst ên Tirk ve ne tesadûfî ye lê belê sûcekî birêxistinkirî û plankirî ye. -
12 rêxistinên hiqûqê: Desthilat û hevkarên wê kujerê Deniz organîze kir
Donzdeh rêxistinên hiqûqê têkilî qetilkirina Deniz Poyraz daxuyaniyeke hevpar dan û gotin AKP û MHP ya nîjatperest pêvajoya qetilkirina Deniz Poyraz organîze kirine. -
Cenazeyê Denîz Poyraz wê li Goristana Buca Kaynaklarê bê veşartin
Cenazeyê Denîz Poyraz a HDP'î, ku di êrişa dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hate qetilkirin, wê li Goristana Buca Kaynaklarê bê veşartin. -
Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê: Em ê hesabê Denîz Poyraz bipirsin
Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê yên Îzmîrê ji bo Denîz Poyraz êvarê saet di 22:00 de li Kadîfekaleyê meşek li dar xistin û diyar kirin ku wê hesabê vê komkujiyê bipirsin. -
Dayik Poyraz: Ez ê ji bo keça xwe negirîm, ez serbilind im
Dayika Denîz Poyraz a ku doh li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hate qetilkirin, Fehîme Poyraz di serdanên sersaxiyê de got, "Ez ê ji bo keça xwe negirîm. Ez serbilind im." -
Bi dehan kes li pêşiya Midûriyeta Goristanan ku cenazeyê Poyraz lê ye, di nobedê de ne
Ji bo xwedîderketina li cenazeyê Denîz Poyraz a ku doh di êrişa li ser rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê de hate qetilkirin, bi dehan kesî li pêşiya Midûriyeta Goristanan dest bi nobedê kir. -
ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Cenazeyê Denîz Poyraz ji Tiba Edlî ya Îzmîrê girtin
Cenazeyê Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’ê de hatibû qetilkirin ji Saziya Tiba Edlî (ATK) hate girtin. -
Cenazeyê Poyraz wê li Kadîfekaleyê sibe bê definkirin
Cenazeyê Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê de hatibû qetilkirin, wê sibe li Kadîfekaleyê bê definkirin. -
Kujer Gencer, ji berê ve êrîş plansaz kiriye!
Onûr Gnecer ê Sûriyeyê bi çekan wêne kişand ku êrîş bire ser avahiya HDP’ê ya Îzmîrê û li vir Denîz Poyraz a endama HDP’ê qetil kir, derket holê ku emniyetê destûra çekê daye wî.