TEV-DEM: Hedefgirtina avahiya HDP`ê sûcekî plankirî ye
Tevgera Civaka Demokratîk got hedefgirtina avahiya HDP`ê ji aliyê komên faşîst ên Tirk ve ne tesadûfî ye lê belê sûcekî birêxistinkirî û plankirî ye.
Tevgera Civaka Demokratîk got hedefgirtina avahiya HDP`ê ji aliyê komên faşîst ên Tirk ve ne tesadûfî ye lê belê sûcekî birêxistinkirî û plankirî ye.
TEV-DEM`ê der barê hedefgirtina avahiya HDP`ê ya li Îzmîrê û şehîdxistina endama partiyê Denîz Poyraz de, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a dagirker hemwextî êrişên hovane yên li dijî Başûrê Kurdistanê yên bi armanca tunekirina vîna gelê me û têkbirina destkeftiyên wê, her wiha li ser esasê firehkirina qada şer û qirkirinê, li hemberî berxwedana Hêzên Parastina Gel (HPG) di aliyê leşkerî de gelek ziyan dibîne û bi bin dikeve. Vê berxwedana gerîla ya lehengane û dîrokî bandoreke mezin li hundirê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê kir.
Ne xerîb e ku daîreya komên faşîst ên Tirk dest bi liv û tevgerekê bikin da ku vîna gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têk bibin.
Êrişa li ser avahiya HDP`ê ya li Îzmîrê û şehîdxistina endama partiyê Denîz Poyraz sûceke birêxistinkirî ye ku Tirkên faşîst ên tirsonek bi rêbazeke nû pêk anîn. Ev yek jî bi armanca tolhildana ji binkeftinên dewleta Tirk a li Zap, Avaşîn û Metînayê ye. Rêbaza vê asta komên Ergenekon û kontrgerîla ku kengî dixwestin êrişên bi vî awayî pêk dianîn, derbas kir.''
Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:
Armanc ji şehîdxistina birêz Denîz Poyraz jî hedefgirtina kesayeta jinan û çewisandina rola wê ya pêşeng di nava civakê de ye. Ev sûc ne tesadûfî ye lê belê plankirî û birêxistinkirî ye. Di demekê de pêk hat ku gelê me salvegera 23`yemîn a şehadeta Sema Yûce bi bîr tîne.
Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi tundî vî sûcê han ê li dijî vîna HDP`ê şermezar dikin ku nûnertiya pêkhatiyên piraniya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike. Her wiha em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî û civaka sivîl dikin ku bi hev re li dijî faşîzmê û komên girêdayî wê ku nûnertiya AKP`ê dikin, bibin yek.”