YPS / YPS-JIN banga çalakiya aktîf li hemû yekîneyên xwe kir

Koordînasyona YPS / YPS JIN : ''Em bang li hemû yekîneyên xwe dikin ku derbasî asta çalakiya aktîf bibi û li her derê çalakiyên domdar bikin.''

Koordînasyona YPS / YPS -JIN bi daxuyaniyeke nivîskî got, ''Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku bi taybetî ev 7 sal in bi konsepta şerê nû êrîşê tîne ser hebûn, têkoşîn û hemû nirxên gelê Kurdistanê û dixwaze ku Kurd çok li ber wan deynin lê nekarîn vê pêk bînin li dijî Kurdan komkujiyên aşkere dike. Rejîma çeta ku li gel hemû derfetan jî nekarî vê pEk bîne, weke aferîdeyeke harbûy êrîşê tîne ser Kurdan ku çok li ber wan nedanîne. Her ku êrîşê tîne ne serkeftî dibe, her ku ne serkeftî dibe bêhtir dibe har û hov dibe.''

Rejîma faşîst, harbûyî ya AKP-MHP'ê ku komkujî daye ber xwe, jina Kurd a ciwan a welatparêz qetil kir. Ev êrîş ne tenê li ser Deniz e, di şexsê Deniz de êrîş li ser jina Kurd e, êrîşa li ser nirxên polîtîk e ku li dora jinê hatiye avairin. Ango êrîşeke li ser hebûn û nirxên hebûna gelê Kurd e. Bi êrîşa ser Deniz jinên Kurd wê çavtirsandi nebin, bi hezaran Deniz wê li ber xwe bidin û tola wê hilînin.

Bi vê komkujiyê re careke dî bi rengekî zelal hatiye fêhmkirin ku ji bo Kurdan xweparastin bivenevêyeke jiyanî ye. Îro xweparastin weke peyiwr û mafekî li ber hemû ciwanên Kurd û gelê Kurd e. Bi vê bingehê hemû gelê Kurd divê bi bîreweriya xwerastinê rêxistinî bibin, li mal, tax, bajarên xwe parastina xwe bikin û konsepta dewleta Tirk a îmhayê bişkînin. Her maleke Kurd divê bibe mewzî, her tax bibe keleh, her ciwanê Kurd divê Kurdistanê li kujerên Kurdan re bike gor û goristan.

Em hêza xweparastinê ya gelên ku bûye hedefa van êrîşa û komkujiyan li her taxa Kurdistanê û Tirkiyê em ê peywira xwe bi cih bînin. Divê dewleta çete û tektîkêşên wan ên gemarî zanibin em ê tola her êrîşa li ser Kurdan hilînin. Bi vê çarçoweyê em bang li hemû yekîneyên xwe dikin ku derbasî asta çalakiya aktîf bibin û li her deverê çalakiyan bikin.

Hemû yekîneyên me yên YPS-YPS-JIN'ê li qadên ku lê dimînin bi tatkîk û rêbazên afirandêr çalakiyên tolhildanê yên domdar bikin û tolê ji rejîma çete ya faşîst a AKP-MHP'ê hilînin.''