HBDH: Em ê hesabê Denîz qat bi qat bipirsin
HBDH'ê destnîşan kir ku hesabê Denîz Poyraz a HDP'î wê qat bi qat bê pirsîn û ji bo berxwedanê bang li her kesî kir.
HBDH'ê destnîşan kir ku hesabê Denîz Poyraz a HDP'î wê qat bi qat bê pirsîn û ji bo berxwedanê bang li her kesî kir.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî qetilkirina xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya faşîst ji bo siyaseta xwe ya mêtingerî, talan û dagirkeriyê li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam bike, dest bi pêvajoyeke nû ya êrişê kiriye û hate destnîşankirin ku êrişa plankirî ya 17'ê Hezîranê ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve hate kirin îlana vê yekê ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Desthilatdariya faşîst bi vê pêvajoya êrişê ya nû re ku bi vê komkujiyê dest pê kir, dixwaze pêşî li hilweşîna xwe bigire. Yekane tişta di destê wan de maye zext, komkujî û êşkence ye. Eşkere ye ku ji bo parastina desthilatdariya xwe wê heta dawiyê vê bikin û serî li rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê bidin."
HBDH'ê diyar kir ku bi rêya van êrişan hewl tê dayin civak bê tepisandin û got, "Lê em ê bibînin bê kî wê bê tepisandin, kî wê têk biçe."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişên bi vî rengî cara yekê nîne ku li Kurdistan û Tirkiyeyê tê kirin û hate gotin, "Yên ku digotin wê di nava xwînê de me bifetisînin, direvin. Hemûyê birevin, yên li qesrê jî wê heman aqûbet bê serê wan. Bila kes jê gumanan neke, wê di nava vê xwînê de ew bi xwe bifetisin, hilweşin.
Em, hêzên HBDH'ê ji bo hilweşandin desthilatdariya faşîst, em ê ji têkoşîna xwe ya li çiya û bajaran, ji azadiya gelên bindest û çîna karkeran venegerin. Em, ewladên wan dayikan ên ku dibêjin 'Ew li ser şopa Denîz Gezmîş bû... Denîzek çû wê bi hezaran Denîz bên', em bi hezaran hevrêyên Denîz Poyraz in. Me çok nedanîn, em ê ranewestin, em ê netepisin, em naqedin.
Berpirsyarê vê êrişê dewleta faşîst e, wê hesab bide. Hesab wê bê pirsîn."
HBDH'ê destnîşan kir ku divê ev dewleta faşîst bê hilweşandin, wekî din rêyeke bidawîkirina vê sîstema komkujiyê nîne û diyar kir ku hêzên şoreşa yekbûyî û hemû şervanên wan wê di vê çarçoveyê de tevbigerin û hesab ji faşîzmê bipirsin.