CHP'ê û Partiya Gelecek serdana HDP'ê kirin
Heyetên ji partiyên CHP û Gelecek piştî serdana li Îzmîrê serdana HDP'ê kirin. Ahmet Davûtoglû jî bi telefonê sersaxî xwest.
Heyetên ji partiyên CHP û Gelecek piştî serdana li Îzmîrê serdana HDP'ê kirin. Ahmet Davûtoglû jî bi telefonê sersaxî xwest.
Faşîst Onûr Gencer doh avêtibû ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Serdanên sersaxiyê yên ji bo HDP'ê dewam dikin.
Parlamenterên CHP'ê yên Îzmîrê Tûncay Ozkan, Kamîl Okyay Sindir, parlamentera berê ya CHP'ê Zeynep Altinok û Serokê CHP'ê yê Îzmîrê Denîz Yucel, serdana Rêxistina HDP'ê ya Bajêr kir.
Heyeta CHP'ê li cihê ku Poyraz lê hate qetilkirin lêkolîn kir û piştre bi Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar re rûnişt. Heyetê piştre daxuyaniyeke kurt da û bal kişand ser girîngiya piştevaniyê.
Serokê Giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davûtoglû jî ji ber êrişa li dijî HDP'ê bi telefonê li Mîthat Sancar, hevsera wî Sare Davûtoglû jî li Pervîn Bûldan geriyan û sersaxî xwestin.
Rêveberên Partiya Gelecek jî serdana HDP'ê kirin.