Jinên Tîrêjên Rojê: Em ê tola Denîz Poyraz qat bi qat hilînin!
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî faşîstan çalakî li dar xistin û gotin, "Em ê tola her hevrêyên xwe qat bi qat hilînin."
Jinên Tîrêjên Rojê li dijî faşîstan çalakî li dar xistin û gotin, "Em ê tola her hevrêyên xwe qat bi qat hilînin."
Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku ji bo bîranîna Sema Yuce û Denîz Poyraz çalakî li dar xistine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roj ew roj e ku têkoşîn ji her demê bêhtir bê mezinkirin û bi vî rengî bersiv ji Rêbertî û şehîdan re bê dayin. Ji ber ku dijminê me ji her demê bêhtir lawaz e, lê ji her demê bêhtir êrişkar e. Lewma her çalakiya ku em ê li dar bixin wê dijmin têk bibe, me jî bi ser bixîne. Bi vê têgihiştinê divê ciwan cihê xwe li refên herî pêş ên têkoşînê bigirin û bi berpirsyariya xwe ya dîrokî rabin."
Li gorî daxuyaniyê, çalakiyên hatin lidarxistin wiha ne:
"14'ê Hezîranê li taxa Dîcle ya navçeya Sûrê ya Amedê, qebloyên kamerayên mobeseyê yên li deverên cuda hatin şewitandin.
16'ê Hezîranê li navçeya Şîle ya Stenbolê 4 wesayitên luks ên Tirkên faşîst ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
17'ê Hezîranê li Beylîkduzu ya Stenbolê ji bo hilanîna tola hevrêya me Denîz Poyraz, li dijî bekçiyên faşîst bi çekên ferdî çalakî hate lidarxistin; di encamê de 2 bekçî bi giranî birîndar bûn. Li gorî agahiyên hatin wergirtin yek ji bekçiyên birîndar li nexweşxaneyê miriye.
17'ê Hezîranê li Mûratli ya Tekîrdagê li dijî ciwan û wesayitên nijadperestan çalakî hate lidarxistin, 3 wesayitên luks hatin şewitandin.
Ji niha û pê ve tola her hevrêyên me wê qat bi qat ji faşîstan bê hilanîn."