HDP'yî dema ku şopa hovîtiya li Izmîrê paqij kirin dilzîz bûn

Piştî qetilkirina xebatkara partiyê Deniz Poyraz a li Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Izmîrê, partiyiyan dema ku xwestin şopa êrîşa li avahiyê paqij bikin, dilzîz bûn.

Deniz Poyraz ji hêla nîjatperestê Tirk Onur Gencer ve bi kontrola dewleta Tirk 17'ê Hezîranê li Rêxistina Bajêr a Izmîrê ya HDP'ê hatibû kuştin.

Dema êrîşê Deniz Poyraz bi şeş fîşekan hatibû kuştin, cam û kelepelên partiyê şikandibû û hewl dabû ku avahiyê bişewitîne.

Piştî êrîşê vê sibehê avahiya bajêr a Izmîrê ya HDP'ê dîsa hate vekirin, rengê şînigiriyê li avahiyê heye.

Xebatkarên partiyê îro dema ku tiştên şikestî didan hev û şopên komkujiyê paqij dikirin dilzîz bûn.