Bûldan û Sancar li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ne
Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ne ku Denîz Poyraz lê hate qetilkirin.
Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ne ku Denîz Poyraz lê hate qetilkirin.
Piştî êrişa kujer Onûr Gencer a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê ku xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz lê hate qetilkirin, Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan bi rê ketin û gihîştin avahiya partiyê ya li Îzmîrê.
Hevberdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Cengîz Çîçek û Esengul Demîr, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya partiyê û siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik jî bi hevserokan re bûn.
Bûldan û Sancar ketin hundirê avahiya partiyê ku êriş lê hate kirin û wêneyên Denîz Poyraz bi sînga xwe ve kirin.
Hevserokên giştî yên HDP'ê yek bi yek li odeyên avahiya partiyê geriyan û ji endamê partiyê li ser êrişa doh agahî wergirtin. Bûldan û Sancar li odeya ku Poyraz lê taştê dixwar lê hate qetilkirin, lêkolîn kir.
Tê payin ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Tûnç Soyer û parlamenterên CHP'ê jî nava rojê serdana partiyê bikin.