Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn xwest îdîanameya girtina HDP'ê bê qebûlkirin
Rojek piştî êrişa çekdarî ya li ser Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn xwest, îdîanameya ji bo girtina HDP'ê hatiye amadekirin bê qebûlkirin.
Rojek piştî êrişa çekdarî ya li ser Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê, raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn xwest, îdîanameya ji bo girtina HDP'ê hatiye amadekirin bê qebûlkirin.
Raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn rapora xwe ya lêkolînkirina destpêkê ya li ser îdîanameya ji bo girtina HDP'ê hate amadekirin, temam kir.
Raportor xwest, îdîanameya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji bo girtina HDP'ê ya ji binî ve, bê qebûlkirin.
Heman raportorî xwest, daxwaza ji bo wergirtina tedbîran li dijî hebûna HDP'ê, di vê astê de bê redkirin.
Tê payin ku lêkolîna destpêkê ya li ser îdîanameyê 21'ê Hezîranê bê kirin. Eger îdîaname bê qebûlkirin wê ji bo parastina destpêkê, pêşkêşî HDP'ê bê kirin. HDP jî divê di demeke diyarkirî de parastina xwe radestî Dadgeha Destûra Bingehîn bike.
Piştî ku parastina destpêkê hate radestkirin, wê Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn fikrê xwe yê li ser esasê pêşkêş bike.
Piştî parastina rayedarên HDP'ê wê raportorê Dadgeha Destûra Bingehîn rapora xwe ya li ser esasê amade bike. Endamên Dadgeha Destûra Bingehîn jî wê di demeke diyarkirî de li hev bicivin û daxwaza girtinê ji esasî ve binirxîne.
Biryar jî wê ji aliyê heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan pêk tê, bê dayin. Biryar jî wê ji sê paran bi du parê endaman bê wergirtin.