ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Bestayê şewat derket, şewata li Çewligê jî hê dewam e
Li daristanên herêma Besta ya navbera bajarên Sêrt û Şirnexê şewat derket. Şewata ku li Çewligê jî di bin çavdêriya dewletê de jî didome. -
Berxwedana girtiyan a li dijî tecrîdê kete roja 214’an
Berxwedana girtiyên siyasî ya bi armanca bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ketibûn greva birîbûnê ya bê dem û bi dorveger ket roja 214’an. -
ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Girtiyê nexweş M. Emîn Ozkan ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ji bo raporê berê sewqî Xarpêtê û dûre jî sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hate kirin. -
Tîma YPS'ê li Edene û Amedê çalakî kirin
Tîma Bersivdanê ya Şehîd Mahmût Can Çakir a YPS'ê li Edene û Amedê 2 çalakî kirin. -
Girtiyê nexweş û hunermendê Kurd Axîn Bîro li hucreyê tê ragirtin
Hunermendê Kurd Axîn Bîro ku ji 5 sal û nîv beriya niha li Îzmîrê girtiye û gelek nexweşiyên xwe hene, ji ber greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê ev 15 rojin ku di hucreyê de tê ragirtin. -
Malbata Şenyaşar piştevaniya Gergerlîoglû kir
Malbata Şenyaşar ku xizmên wan ji aliyê AKP'iyan ve hatin qetilkirin, ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû yê dîlgirtî peyama piştevaniyê weşand. -
ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Li Stenbolê bi hezaran kesan tecîd û êrişên dagirker şermezar kirin
Li Şîşhaneya Stenbolê doza girtina HDP’ê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên dagirker ên dewleta Tirk û kuştina Denîz Poyraz hate protestokirin. -
ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Li Kurdistanê û cîhanê rojevên ku derketine pêş. -
Girtiyê nexweş Tamboga daket 35 kêloyan, rewşa wî giran e
Girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga ê ji bo teşxîsa nexweşiyê sewqî ATK a Stenbolê hate kirin, vegeran Îskenderûnê. Bav Abdullah Tamboga destnîşan kir ku kurê wî daketiya jêrî 35 kêloyan, divê bê azadkirin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir li 4 bajaran cih şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku 3 mekîneyên kar, servîseke Vestel, depoyek ya kelûpelan, kamyonek û atolyeke dane ber agir. -
Êşkence li girtîgehên Egeyê zêde bûne
ÎHD’ê ragihand ku asta êşkenceya li girtîgehên li Herêma Egeyê zêdetir bûne. Li gorî rapora komeleyê di nava 4 mehan de bi kêmanî 102 binpêkirinên mafan pêk hatine. -
Lijneya Asayîşa Iraqê: Tirkiye plan dike 20 hezar leşkerî li Herêma Kurdistanê bi cih bike
Endamekî Lijneya Asayîşa Iraqê li parlementa Iraqê di civînek çapemeniyê de got, "Tirkiye plana bi cihkirina 20 hezar leşkeran ya li Başûrê Kurdistanê heye." -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Parêzer, malbat û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan. -
Nobeda 'edaletê' ya malbata Şenyaşar li Stenbolê dewam dike
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobeda edaletê digire, du roj in ji bo piştgiriya hiqûqî werbigire li Stenbolê serdanan dike. -
ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Di lêpirsîna li ser Poyraz de ji ber ku hate kuştin biryara ‘neşopandinê’ hate dayîn
Derbarê Denîz Poyraz di sala 2017’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ji ber ku hate kuştin biryara neşopandinê hate dayîn. -
Rapora ÎHD’ê: Li girtîgeha Êlihê êşkence li girtiyan hate kirin
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê rapora xwe ya li ser girtîgeha Êlihê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin êşkence li girtiyan tê kirin. -
Şenyaşar: Me tenê nehêlin
Emîne Şenyaşar li Konferansa Demokrasiyê axivî û got, ''Hingî wiha hov in. Erdogan, Halil İbrahim Yildiz dike wekîl. Hemû malbata min kuştin. Me tenê nehêlin.'' -
Salekê zêdeyî 3 hezar carî mafên mirovan hatin binpêkirin
Li gorî rapora sala 2020'î ya TÎHV'ê, 3 hezar û 291 carî mafên mirovan hatin binpêkirin û êşkence li 404 kesî hate kirin. -
Gunay: Tecrîda li Îmraliyê wê encamên giran bi xwe re bîne!
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, "Li Îmraliyê îradeya şer û aştiyê, demokrasî û otorîteriyê şerê hev dikin. Di demekê de ku desthilatdariyê li Îmraliyê zingilê şer lê da, Tirkiye ber bi kaosê ve bir. Wê encamên giran bi xwe re bîne." -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin ku miwekîlê xwe bibînin. -
Konferansa Demokrasiyê ya li Stenbolê dest pê kir
Konferansa Demokrasiyê ya ji bo daxwaz û têkoşîna civakê bigihîne hev, li Stenbolê dest pê kir. Ji 200’î pêkhate tevlî konferansê bûn. -
Endamên HDP û TJA'yê yên tevlî bîranîna Denîz Poyraz bûn hatin destgîrkirin
Li Stenbolê, rêveberên HDP'ê yên navçeya Esenyûrtê û aktîvîstên TJA'yê yên tevlî civîna bîranîna xebatkara HDP'ê Denîz Poyraz bûn hatin destgîrkirin.