Girtiyê nexweş M. Emîn Ozkan ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ji bo raporê berê sewqî Xarpêtê û dûre jî sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hate kirin.

Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (83) ê di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye, berê sewqî Xarpêtê û piştre sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê hate kirin.

Parêzer Aslihan Bûlût a endama OHD’ê ya ku parêzertiya Ozkan dike, diyar kir ku Ozkan di destê sibehê de bi balefirê birine Stenbolê. Bûlût got “Wê roja Duşemê Ozkan sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê were kirin û a niha em nizanin li Stenbolê di kîjan girtîgehê de ye”

Ozkan ê ku di sala 1996’an de li Mêrsînê bi sûcdariya ‘endamê rêxistinê ye’ hatibû destgîrkirin, bi hinceta ku berpirsê kuştina Tûggeneral Bahtîyar Aydin e, cezayê muebetê lê hatibû birîn.

Ozkan ê ku 25 sal in di girtîgehê de ye, ji roja ku hatiye girtin û heta niha 5 caran dilê wî sekiniye, 4 caran jî anjiyo bûye. Ozkan gelek nexweşiyên wî yên ku tansiyon, gûatra jehrî, helandina hestiyan, nexweşiya roviyan û qelsbûna hiş pê re heye.