Li Stenbolê bi hezaran kesan tecîd û êrişên dagirker şermezar kirin

Li Şîşhaneya Stenbolê doza girtina HDP’ê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên dagirker ên dewleta Tirk û kuştina Denîz Poyraz hate protestokirin.

Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, doza derbarê girtina HDP'ê, operasyona derveyî sînor a Trkiyeyê û kuştina Denîz Poyrazê şermezar bike, xwest li Qada Şîşhaneyê daxuyaniyê bide, lê belê polîsan pêşiya wê girt. Paşê Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek, Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç jî di nav de gelek parlementer li Qada Şîşhaneyê li hev kom bûn, lê polîsan biryara qedexeyê ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê kir hincet û nehiştin HDP daxuyaniyê bide. 

Her wiha endamên TJA'yê jî di nav de gelek parlementerên HDP'î jî li Qada Galatasarayê li hev kom bûn. Jin û parlementer ji vir ber bi Qada Şîşhaneyê ve meşiyan û gelek welatiyan jî bi çepikan piştgiriya wan kir. 

Gava girse li Şîşhaneyê gihaşt koma din, polîsan nehişt daxuyanî bê dayîn. Piştî nîqaşeke dirêj polîsan diyar kir ku dê tenê destûra koma parlementeran bidin. 

 PIştî vê girse bi berzkirina dirûlmeyan ji Xaçerêya Tarlabaşiyê ber bi avahiya HDP'ê ve meşiya. Piştî demekê polîsan bi mertalên xwe pêşiya meşê girt. 

Piştre daxuyanî hate dayîn. Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût diyar kir ku li dijî desterserkirina hemû mafan ew li qadan in. Bûlût got “Îroj roja 212’emîn a greva birçîbûnê ye. Li dijî hemû neheqiyan, li dijî kuştina jinan, li dijî rakirina Peymana Stenbolê, li dijî kuştina Denîz Poyrazm em li vir in.”

Hevberdevka Giştî ya HDK’ê Esengul Demir jî diyar kir li dijî êrişan divê hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê têkoşînê geş bikin. Demîr bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got “Hemû beşên civakê hatine dorpêçkirin û tê xwestin ku civak were kontrolkirin. Divê em bi eşkere bibêjin ku çareseriya doza Kurdan ji bo gelên Tirkiyeyê tu xetereya wê tune.”

Piştî çalakiyê gel bi sloganan belav bû, polîsan bi gaza îsotê û fîşekên plastîk êrişî girseyê kir û kesek destgîr kir.