ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildarî vê yekê wê werin şopandin.

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek li ser çalakiya fedayî ya Zîlan axivî û got, Zîlan tola keçên winda yên Dersimê hilanî.

Li paytexta Fransa Parîsê 3'ê Tîrmehê wê Festîvala Jinê ya Fîdan Dogan bê lidarxistin. Endamên Komîteya Amadekar li ser festîvalê ji ANF'ê re axivîn û ji bo tevlîbûnê bang kirin.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka ewlekariya neteweyî ye û got, "Eger Başûr bê dagirkirin wê Rojava bifetise."

Hevşaredarê Geverê Îrfan Sari anî ziman ku bi polîtîkaya qeyûm re paşeroja xelkê Geverê tê dizîn, lê belê xelk tawîzê nade.

Ji fermandarên HPJ'ê Berfîn Denîz destnîşan kir ku berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji bo tevahiya Kurdistanê tecrûbeyeke girîng e û got, "Em jî dikarin xwe li gorî van tecrûbeyan bi rêxistin bikin."

Encamên hilbijartinên serokatiyê yên li Perûyê hînê nediyar e. Desteya hilbijartinê biryar da ku deng jinûve ve bêne jimartin.