ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser herêma Metînayê û bûyerên têkildar wê bêne şopandin.
Ji fermandarên HPG'ê Botan Silêmanî got, "Dema ku gel û gerîla bû yek, dema ku pişta xwe spartin hev, kes nikare li ber wan bisekine."
Hesen Yûsif Mele Huseyîn ku di salên 1990'î de pêşmergeyê PDK'ê bû, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bang kir û got, "Eger em bibin yek, dewleta Tirk nikare li hemberî me bisekine."
Qirkirina dîrokê ku DAÎŞ'ê dest pê kir, ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên din ve di asteke hîn bilindtir hate dewamkirin. Li gel hilweşandin û talankirinê, berhemên dîrokî yên bi milyonan dolarî hatin revandin û firotin.
Parlamenterê Partiya Sosyalîst Freddy Andre Ovstegard li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve ya Norwecê kir. Di bersivê de hate gotin, "Em ji zêdekirina hebûna leşkerî ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bi fikar in."
Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo balê bikişînin ser pirsgirêka stargehê ya koçberên bêmal, 250 kon li ber Şaredariya Parîsê hatin vedan.
Zanyarên Çînî lêkolîna xwe ya li ser cûreyê Paraceratherium parve kir ku xeleka winda ya kergedanên mezin e ku beriya 50 û 25 milyon salî sax bûn. Her wiha eşkere kirin ku bi çi rengî li Asya û Ewropayê belav bûne.
Li Ganayê, di çarçoveya 'Operasyona Gana ya Kesk' de bi milyonan dar hatin çandin û gelek herêm bi vî rengî bû şênkahî.