ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2021'Ê

Li Kurdistanê û cîhanê rojevên ku derketine pêş.

-Êrîşên dagirker ên Tirk û PDK'ê yên li ser qada Metîna û geşedanên pê re têkildar we werin şopandin.

-Xwediyê darên zeytûan û fabrîkayên zeytûnan ên Efrînî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li talanê wan dan gotin, ''Tirkye li talana Kurdan dide.''

-Şehîdê Avaşînê Devran Ekîn ku heta kêliya dawî li dijî êrîşên dagirker ên Tirk şer kirî beriya şehîd bibe bi demeke kurt wiha gotibû: ''Ez gerîlayê HPG'ê heta dawî li dijî dijmin şer bikim û em ê serfiraz bibin.''


-Pêşmergeyê kevin Lezgîn Yundan û Bedel Yundan gotin, “Her gava ku êrîş li ser Kurdistanê hebe, divê her Kurdek welatparêz cihê xwe di parastina xaka Kurdistanê de bigre. Ev serdem ne serdema şerê Kurd bi Kurde, dem dema yekitî û yekrêziya Kurdan.”

-Hilbijarên bajarê Lozan a Swîsre ku daxuyaniyek nivîskî da, banga ‘aştî û diyalogê’ kirin.

-Enternasyonalîstê Rûsî yê ji bo gelê Rojava şer dike Zîrek Rûs: Êrîşên DAÎŞ’ê û Tirkiye li Rojava rewşê xirab dike. Ji bo DAÎŞ û dewleta Tirk bê têkbirin, ji bo civakeke azad û demokratîk a rast bê avakirin divê raya giştî ya Rûsya destekê bide Rojava.

-Çalakvanên sivîl yên Kerkûkê bal kişandin ser armanca êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û gotin, “Armanca esasî ya êrîşên Tirkiyê ne şerê hêzekê, tunekirina statuya Herêma Kurdistanê ye.”

-Pirtûka Medya Doz a bi navê ‘’Xêzên Rûyê Te Nexşeya Welatê Min E’’ ji Weşanxaneya Meymanê derket. Pirtûk li ser jiyana 36 gerîlayan e ku sala 2011’an li Geliyê Tiyarê bi çekên kimyewî yên Tirk şehîd bûbûn.

-Xizmên windayan weke her şemiyê wê li aqûbeta windayan bipirsin.