Nobeda 'edaletê' ya malbata Şenyaşar li Stenbolê dewam dike
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobeda edaletê digire, du roj in ji bo piştgiriya hiqûqî werbigire li Stenbolê serdanan dike.
Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin nobeda edaletê digire, du roj in ji bo piştgiriya hiqûqî werbigire li Stenbolê serdanan dike.
Emîne Şenyaşar ku sala 2018'an hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bû, 109 roj in çalakiya nobeda edaletê pêk tîne.
Malbat hefteyê pênc rojan li ber Edliyeya Rihayê nobedê digire. Lê belê van du rojên dawî ji bo piştgiriya hiqûqî li Stenbolê ye.
Malbata Şenyaşar ku tevlî Konferansa Demokrasiyê bû, îro wê serdana Komeleya Pira Gelan û Baroya Stenbolê bike û piştgiriya hiqûqî ji wan bixwaze.