Girtiyê nexweş Tamboga daket 35 kêloyan, rewşa wî giran e

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tamboga ê ji bo teşxîsa nexweşiyê sewqî ATK a Stenbolê hate kirin, vegeran Îskenderûnê. Bav Abdullah Tamboga destnîşan kir ku kurê wî daketiya jêrî 35 kêloyan, divê bê azadkirin.

Îsmaîl Tamboga (22) yê gelek nexweşînên wî hene û li Girtîgeha Îskenderûna Hatayê ya Tîpa T tê ragirtin, ji bo teşxîsa nexweşînên wî ew sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê hatibû kirin. Ev sewqkirin li ser hewldanên Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê pêk hatibû. Tamboga yê ku karûbarên wî yên li ATK’ê qediya paş ve şandin Îskenderûnê.

Bavê Tamboga, Abdullah Tamboga yê ji navçeya Silopiya Şirnexê çû hevdîtina lawê xwe îro hevdîtin pêk anî. Tamboga anî ziman ku ew piştî du salan bi lawê xwe re hevdîtin pêk aniye û got: “Rewşa lawê min ne baş e. Li ATK’a Stenbolê karûbarên wî qediya ye û dîsa anîne girtîgehê. Di rewşa tenduristiya wî de tu guhertinek nîne. Wê li benda raporê were sekinandin. Daxwaza me ew e ku serbest were berdan.”

Tamboga ê di êrîşên qirkirina Cizîrê de hê 16 salî bû hatibû girtin û şandibû girtîgehê, 4 caran cezayê muebeta giran lê hatiye birîn. Tambogan ên pirsgirêkên tenduristiyê yên mîna enfeksiyona hundirê dev, êşa giran a gewrî û piştê, êşên gurcik hene, gumana ku penceşêra mîdeyê lê peyda bûbe heye. Kêloyên wî daketiye jêrî 35’an, nikare avê jî vexwe.