Konferansa Demokrasiyê ya li Stenbolê dest pê kir

Konferansa Demokrasiyê ya ji bo daxwaz û têkoşîna civakê bigihîne hev, li Stenbolê dest pê kir. Ji 200’î pêkhate tevlî konferansê bûn.

Konferansa Demokrasiyê ya ji bo daxwaz û têkoşîna civakê bigihîne hev ji zû ve amadekariya wê dihat kirin, li Navenda Pêşandan û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş a li Stenbolê dest pê kir. Konferans bi slogana ‘Nan, azadî, edalet’ tê lidarxistin û ji 200’î zêdetir pêkhateyan tê de cih girtine. 

Li qada konferansê pankartên ‘Em dev ji peymana Stenbolê bernadin’, ‘Ji bo gel û baweriyan hemwelatiya azad û dahatûya azad’, ‘Bila KHK werin betalkirin’, ‘Em hevgirtin û berxwedanê geş dikin, perwerdehiya azad û zanistî dixwazin’, ‘Em hene, em ê hebin’ û ‘Têkoşîna penaberan têkoşîna demokrasiyê ye’ hatin daliqandin.

Bi banga Ahmet Turk, Canan Arin, Celal Firat, Îhsan Elîaçik, Genco Erkal, Melda Onûr, Mûrathan Mûngan, Nejla Kûrûl, Ozturk Turkdogan, Riza Turmen, Şebnem Korûr Fîncanci, Tarik Ziya Ekîncî û Zulfu Lîvanelî konferansê biryara civînê dabû.