Êşkence li girtîgehên Egeyê zêde bûne

ÎHD’ê ragihand ku asta êşkenceya li girtîgehên li Herêma Egeyê zêdetir bûne. Li gorî rapora komeleyê di nava 4 mehan de bi kêmanî 102 binpêkirinên mafan pêk hatine.

Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, rapora ku derbarê binpêkirinên mafên girtiyan ên di nava 4 mehên Çile, Sibat, Adar û Nîsanê de, li girtîgehên Herêma Egeyê zêde bûn de amade kiribû, li avahiya xwe ji raya giştî re eşkere kir.

Rapora komîsyonê li aliyê Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Zafer Încîn ve hat xwendin. 

Încîn diyar kir ku ji ber rêbazên zordar û lihevnekirî yên li girtîgehan, girtî her roj bi dehan binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin û dest nîşan kir ku sererastkirinên qanûnî şert û mercên înfaza girtiyan girantir dikin. Încîn bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha got: “Bi pandemiyê re, di girtîgehan de, binpêkirinên mafan ên cîdî zêde bûn. Divê saziyên peywedîdar li dijî van binpêkirinên mafan erka xwe bi cih bînin. Rayedarên girtîgehan di warê çalakiyên greva birçîbûnê de jî, prosedurên qanûnî bi cih nayinin. Divê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne, prosedur bên bicihanîn.”

Încîn anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa F a Jimara 1 a Kiriklarê, Li Girtîgeha Tîpa F a Jimara 2 a Kiriklarê, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 1 a Şakranê, li GirtÎgeha Tîpa T a Jimara 2 a Şakranê, li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 3 a Şakranê, li Girtîgeha Tîpa T a Jimara 4 a Şakranê, li Girtîgehên Tipên L ên Balikesîr û Kepsûtê, li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê û li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê yên Îzmîrê , di nava 4 mehan de, bi giştî herî kêm 102 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin. 

Hin ji binpêkirinên mafan ên Încîn rêz kirin wihane:  

“*Di girtîgehan de nexweşiyên vegirtinê hene û ji bo vê bergiriyek baş tune ye.

* Êşkence û pêkanînên xirab zêde bûn.

* Gardiyan li girtiyan dixin û tundiyê li wan dikin. Qawişên girtiyan pir qerebalixin. 

*Mafên dermankirinê yên girtiyan tên astengkirin. 

* Bersiv ji bo daxwaznameyên girtiyan nayin dayîn, qedexeya çap û weşanê ya bi sînor li ser pirtûk, kovar û rojnameyan hate danîn.

* Girtî nikarin bi hevdu re û bi malbatên xwe re têkiliyek saxlem danîn.  

* Di girtîgehan de tecrîd zêde bûye.

* Cezayên dîsîplîn û hecreyê yên bi keyfî didin girtiyan.”