Lijneya Asayîşa Iraqê: Tirkiye plan dike 20 hezar leşkerî li Herêma Kurdistanê bi cih bike
Endamekî Lijneya Asayîşa Iraqê li parlementa Iraqê di civînek çapemeniyê de got, "Tirkiye plana bi cihkirina 20 hezar leşkeran ya li Başûrê Kurdistanê heye."
Endamekî Lijneya Asayîşa Iraqê li parlementa Iraqê di civînek çapemeniyê de got, "Tirkiye plana bi cihkirina 20 hezar leşkeran ya li Başûrê Kurdistanê heye."
Yek ji endamên Lijneya Asayîşa Iraqê yê bi navê Bedir Ziyadî têkildarê planên Tirkiyeyê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Li gorî rapora me ya dawî 70 baregehên leşkerî û nuqteyên çavdêrî yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hene. Plana wê heye bi dehan hezar leşkeran li wan baregehan bi cih bike."
Ziyadî ku li parlementa Iraqê daxuyanî da çapemeniyê got: "Tirkiye plan dike li baregeh û nuqteyên çavdêriyê yên li ser sînorê Herêma Kurdistanê 20 hezar leşkeran bi cih bike."
Bedir Ziyadî her wiha diyar kir ku pêşî li êrîş û wê plana Tirkiyeyê girtin karekî hêsan nîne û pêwîste Hikumeta Iraqê xwedî helwestek cidî be.