Berxwedana girtiyan a li dijî tecrîdê kete roja 214’an

Berxwedana girtiyên siyasî ya bi armanca bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ketibûn greva birîbûnê ya bê dem û bi dorveger ket roja 214’an.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK’ê, di 27’ê Mijdara 2020’an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan bi biryardarî di roja 214’emîn de ji aliyê koma 43’emîn ve berdewam dike.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a bi heman armancê li Saziya Malbatên Şehîdan ji 18’ê Kanûna 2020’ê ve bi pêşengtiya Meclîsa Îştar jî hatibû destpêkirin di roja 193’an de didome.

Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê hatibû destpêkirin, kete roja xwe ya 176’an.