Li Bestayê şewat derket, şewata li Çewligê jî hê dewam e

Li daristanên herêma Besta ya navbera bajarên Sêrt û Şirnexê şewat derket. Şewata ku li Çewligê jî di bin çavdêriya dewletê de jî didome.

Li gorî agahiyên hatin girtin, li devera daristanên Besta şewat derketiye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, şewat li Girêgivara, Besta Hincê, Germav û Kanîfeşkê didomin.

Hate ragihandin ku şewat ji ber operasyonên leşkerî yên demek dirêje li herêmê didome, derketiye.

Mîna hincetên berê ku operasyon didome, rê nayê dayîn ku agir bê vemirîn. Şewata li vir jî di bin çavdêriya dewletê de didome.

ŞEWATA LI ÇEWLIGÊ JÎ DIDOME

Şewata li Çewligê jî 5 roj in dewam e. Şewat 25’ê Hezîranê li herêma Suvêran a navçeya Dêra Hênê destpê kiribû. Derketina şewatê ya li qada daristanên nêzî Qereqola Suvêranê û mudaxelenekirina wê dide nîşandan ku berpirs artêşa Tirk e. Şewat roja Yekşemê bi qasî 3 kêlometre nêzî navenda navçeyê bû. Qada weke Koyê Spî tê anîn hema bêje temamî şewitî, ji ber şewatê gelek cûreyên zindî û nebatan jî şewtine û tine bûne.