ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzer ji bo ku Rêberê Gelê Kurd bibînin serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Li Duzceyê 13 girtî nayên dermankirin
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Duzceyê, 13 girtî du sal in nabin nexweşxaneyê. -
Êrîş birin ser leşkerên DYE'yê yên li Balafirxaneya Hewlêrê
Bi amûrên hewayî yên bêmirov êrîş birine ser leşkerên DYE'yê yên li balafirxaneya Hewlêrê. -
ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê. -
Gergerlîoglû: Ji ber ku em mafdarin em bihêzin
Wekîlê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû yê ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê wî de biryara “Binpêkirina maf” dabû got, “Min li berxwe da, lê li gel min raya giştî jî berxwe da. Ev serkeftin ya gel e.” -
Parlementer Gergerlîgolû hate berdan
Omer Farûk Gergerlîoglû yê ji ber sedema parvekirinek li ser Twîtterê hatibû girtin, piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a mafê hatiye binpêkirin gihişte dadgeha herêmî, hate berdan. -
Hiqûqnasan nerazîbûn nîşanî girtina Gergerlîoglû da
Rêxistinên Hiqûqî, ragihand ku divê tavilê parlemetnerê Omer Farûk Gergerlîoglû yê rehîn girtî bê berdan. -
Akademîsyen û kedkaran serdana HDP'ê kirin
Akademisyenên Bogaziçi, Piştevaniya Şîşlî Etfalê, kedkarên radyolojî, Rayedarên Zad-Kar serdana HDP'ê kirin. -
Nêzî 7 sal ceza dan Hevseroka HDP’ê ya berê Işik
Ji bo hevseroka berê ya HDP’ê ya Midyatê Filîz Işik 6 sal, 10 meh û 15 roj ceza hate dayîn. -
Li Balikesîr, Sakarya û Stenbolê çalakî hatin kirin
Milîsên Gulnaz Ege, li dijî êrîşên dewleta Tirk a li Kurdistanê li Balikesîr, Sakarya û Stenbolê çalakî kirin. -
Li gel ku nexweş in jî dema destgîrkirinê 4 rojan zêde kirin
25 endamên DÎK û DÎAY-DER'ê ku hatibûn destgîrkirin, dema wan a destgîrkirinê 4 rojên din zêde kirin. Piraniyên destgîrkiriyan temenê xwe ji 70'yî zêdetir e û nexweş in. -
Parêzer ji bo Ocalan bibînin serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Jinan li dijî sîxurtiyê daxuyanî dan
Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP’ê diyar kir ku polîs jinên rêxistinkirî dike hedef û di rojên dawîn de sîxurtî zêdetir kiriye. -
Hêzên demokrasiyê xwedî li HDP'ê derket
Hêzên ked û demokrasiyê li Enqereyê civiyan û gotin, "Em mafê siyasetê yê HDP'ê diparêzin." Di civînê de hate destnîşankirin ku azadî bêyî hewldanan nepêkan e. -
Polîsan êriş birin ser 'Nobeda Edaletê' ya HDP'ê
Polîsan êriş birin ser 'Nobeda Edaletê' ya HDP'ê ku ji bo Omer Farûk Gergerlîoglû li pêşiya Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin. Gelek kes hatin destgîrkirin. -
DFG: Desthilatdariyê rojnamevan kiriye hedef
Di daxuyaniya DFG'ê de hate gotin, "Ne tenê rojnamevanan, hewl didin bêhnê li civakê biçikîne. Rojnamevanên ku bûne hedefa desthilatdariyê, nikarin bi rengekî ewle bixebitin." -
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan ji bo bi muwekîlê xwe re bicivin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Tecrîd û êrişên dagirkeriyê li Torontoyê hatin şermezarkirin
Li bajarê Toronto yê Kanadayê, tecrîda li Îmraliyê û êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin. -
Bozgeyîk: Teserûf divê ji budçeya şer bê kirin
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku giştînameya teserûfê wê fêdê nede kedkaran û civakê. Mehmet Bozgeyîk anî ziman ku divê teserûf ji bûdceya ji bo polîtîkaya şer tê veqetandin, bê kirin. -
ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê. -
Ji ber ku lêgerîna bi tazîtî qebûl nekir êşkence li girtiyekî hate kirin
Girtiyê bi navê Kendal Barût ê ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Nimreya 2’an a Xarpêtê bûbû ji ber ku lêgerîan bi tazîtî qebûl nekir, gardiyanan êşkence lê kir. -
Nobeta Edaletê ya HDP’ê: Gergerlîoglû berdin
HDP wê ji bo parlementerê xwe Omer Farûk Gergerlîoglû dest bi Nobeta Edaletê bike. Ligel ku biryar hatibû dayîn mafê wî hatiye binpêkirin jî Gergerlîoglû nehatibû berdan. -
Dadgeha Makeqanûnê: Girtina rojnameya Ozgur Gundemê li dijî azadiya çapemeniyê ye
Dadgeha Makeqanûnê biryara xwe ya li ser rojnameya Ozgur Gundemê da ya ku bi KHK’ê hatibû girtin. Dadgehê diyar kir girtina rojnameyê tê wateya binpêkirina azadiya çapemenî û îfadeyê. -
Doza Kobanê: Dozger li ber berdana 4 kesan rabû
Serdozgerî li ber berdana Beyza Ustun, Îbrahîm Bînîcî, Emîne Ayna û Zekî Çelîk rabû ku ji Doza Kobanê têne darizandin.