ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.
Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê yên li ser qada Metînayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Endama Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê parêzer Rozerîn Arslan bal kişand ser zêdebûna komkujiyên jinan û got, 'kêmkirina ceza ya bi îdîaya tehrîkê', bêcezahiştin û teşwîq e.
Gerîlayê HPG'ê Erdal Amed destnîşan kir ku wê bi şerê li dijî dijmin, azadiyê bi dest bixin.
Ekonomîst Ehmed Pelda diyar kir, desthilatdariya Erdogan ji bo fînansekirina şerê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd, Başûrê Kurdistanê weke qadeke girîng bi kar tîne û bal kişand ser petrola Kurdan.
Di 10-12'ê Tîrmehê de parçekirina Kurdistanê li bajarê Lozanê yê Swîsreyê wê bi meşeke ji Lozanê heta Cenevreyê were şermezarkirin. Siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan û akademîsyen wê tevlî meşê bibin.
Li Brezîlyayê, gel dixwaze Serokdewlet Jaîr Bolsonaro ji desthilatdariyê dakeve û bi vê armancê dakete qadan.
Paleontologan li Çînê cûreyekî mirovan keşif kirin ku beriya 146 hezar salî sax bû. Zanyar dibêjin, ev vedîtin dîtina cûreyekî nû yê mirovan nîne.