Nêzî 7 sal ceza dan Hevseroka HDP’ê ya berê Işik

Ji bo hevseroka berê ya HDP’ê ya Midyatê Filîz Işik 6 sal, 10 meh û 15 roj ceza hate dayîn.

Rûniştina biryara doza Hevseroka HDP’ê ya Midyatê ya berê Fîlîz Işik jê dihate darezandin li 2’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Mêrdînê pêk hat. Bi îdîayên şahideke veşartî Işik bi ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû sûcdarkirin.

Işik a li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê tê ragirtin, bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Reng (SEGBÎS) tevlî danîşînê bû. Işik sûcdariyên li ser wê tê ferzkirin red kir û daxwaza berdana xwe kir.

Parêzerê Cîhan Guçluk jî daxwaza berdana muwekîla xwe kir.

Heyeta dadgehê bê ku delîlek nîşan bide, ji bo Işik 6 sal, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî, biryara domandina girtina wê da.