Ji ber ku lêgerîna bi tazîtî qebûl nekir êşkence li girtiyekî hate kirin
Girtiyê bi navê Kendal Barût ê ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Nimreya 2’an a Xarpêtê bûbû ji ber ku lêgerîan bi tazîtî qebûl nekir, gardiyanan êşkence lê kir.

Girtiyê bi navê Kendal Barût ê ku di 1’ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Nimreya 2’an a Xarpêtê bûbû ji ber ku lêgerîan bi tazîtî qebûl nekir, gardiyanan êşkence lê kir.
Ji ber êrişên li ser Barût malbata wî ji jiyana wî ketine gumanê. Barût ji malbata xwe re ragihandiye ku jiyana wî di xetereyê de ye.
8 girtiyên di Girtîgeha Tîpa D Amedê û Girtîgeha Ewlehiya Zêde ya Nimreya 1’an di 30’ê Hezîranê û 1’ê Tîrmehê de sewqî girtîgehên Edene, Kirikkale û Xarpêtê hatibûn kirin. Ferhat Kaya, Abdulsittar Ozer, Ahmet Topkaya, Emrah Dûrmaz, Tarik Aslan, Kendal Barût, Cengîz Kazici û girtiyê bi navê Firat ê ku paşnavê wî nehate hînbûn, hatibûn sewqkirin.