Parêzer ji bo ku Rêberê Gelê Kurd bibînin serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Ibrahîm Bîlmez, Nevroz Uysal û Serbay Koklu ji bo ku miwekîlê xwe bibİînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê li gel birayê xwe axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn.

Rêberê Gelê Kurd piştî 8 salan cara pêşî 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an bi parêzerên xwe re hev dîtibû. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û wir ve hemû serlêdan bêbersiv hatin hiştin.